18 Haziran, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin tabûyên rejîma Îranê dişkînin

Aktîvîsta femînîst Nasrîn Afrazalî, diyar kir ku jinên li Îranê bi çalakiyên xwe tabûyên ku rejîma îranê li wan bide ferz kirin dişkînin.

Serhildana gel a li Îranê ku piştî “polîsên exlaqê” yên rejîmê Jîna Emînî kuştin dest pê kir, zêdetirî 2 meh in bênavber didome. Berxwedana ku li Rojhilat bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” dest pê kir, li tevahiya bajarên Îranê belav bûye û tevî hemû çewisandinên rejîmê jî her diçe xurttir dibe.

Yek ji edîtorên kovara herî navdar a Îranê “Everday Feminîzm”ê aktivîsta feminîst a îranî Nasrîn Afzalî ku di sala 2010’an de ji bêgavî ji Îranê derketiye, geşedanên li Îranê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.

Edîtor Nasrîn Afzalî, diyar kir ku Jîna Emînî ji ber ku porê wê xuya kiriye hatiye binçavkirin û di binçavan de hatiye kuştin û got: “Polîsên exlaqê bi vê hincetê bi heta niha hezaran jin girtine. Gelek jinên guh li pîvanên rejîmê nekirine polîsan ew birine Qereqola Vozarayê. Qismek jin tên hişyarkirin; lê piraniya wan dibin Qereqola Vozarayê. Ez jî carekê ji ber şerpayê hatim girtin û min birin Qereqola Vozarayê ku naşibe qereqoleke asayî. Ev qereqol li gor ên din cudatir û taybetir e. Li vir kesên araqê vedixwin, kesên ji ber bîrdoziya xwe û sûcên dînî, jin û mêrên bi hev re tev li partiyan dibin an jî hezkiriyên nezewicandî tînin vira. Gava mirov li van pêkanînên li welêt mêze dike, mirov dikare bibêje ku Jîna Emînî bi lêdanê hatiye kuştin.”

Pêvajoya binçavkirinê 

Afzalî, bal kişand ser pêvajoya binçavkirina jinan jî û axaftina xwe wiha domand: “Polîs, jinên guh li ‘pîvanan’ nakin li nava kuçeyê binçav dikin. Wan li wesayîtan siwar dikin û paşê wan dibin vê qereqola taybet. Ji ber ku jin wekî sûcdar tên hesibandin wêneyên wan digirin û formekê bi wan didin îmzekirin ku careke din sûc nekin. Radigihînin, ger ev bê dubarekirin dê cezayên giran li wan bên birîn. Piştî ku bav an jî hevjînên jinan kincên munasib ji wan re tînin, tên berdan. Malbatan jî bi zanebûnî daxilî vê pêvajoyê dikin û bi vî awayî jinan diçewisînin. Ev tişt hatiye serê min bi xwe jî.”

Girtina birayê Emînî

Di berdewamiya axaftina xwe de Afzalî, da zanîn ku birayê Emîniyê wê li nexweşxaneyê dîtiye û telefonê çend rojnamegeran kiriye û got: “Hêj em tam nizanin bê ka birayê Mahsayê pêwendiyeke çawa bi rojnamegeran re daniye. Lê rêyek dîtiye. Ji lewre ev yek ji bo rojnamegeran pir talûke ye. Jixwe du nûçegîhanên ji nexweşxaneyê nûçe ragihandine û li bajarê Seqizê çûne merasîma cenaze hatine girtin.”

Polîs wan dikujin

Afzalî, destnîşan kir ku Emînî ji ber ku kurd bûye bêtir berbiçav bûye û got: “Li nezaretên polîsan gelek kes tên kuştin. Mesela, jinek ji ber ku bi hevalekî xwe yê mêr re bûye li bajarê Hemedanê hat girtin û paşê polîsan got xwe kuştiye. Lê em dizanin ku ev ne pêkan e. Bi îşkenceyê hatiye kuştin. Yanî tişta ku ez dixwazim bibêjim; piştî binçavkirin û girtina ji aliyê polîsên exlaqê ve cinayet çêdibin an jî xwekuştin.”

Jin bi israr in

Di dawiya axaftina xwe de Afzalî bi lêv kir ku cara ewil e ku li vir jin bi awayekî berbelav şerpeyên xwe derxistine û bi şewitandina şerpeyan çalakiyên protestokirinê mezin bûne û wiha got: “Tew hin jin berî ku şerpeyên xwe bişewitînin an jî piştî şewitandinê dans kirin ku ev pir sembolîk e. Ji lewre em dizanin ku her du jî li gorî îslamê qedexe ne. Şerpe tabûyeke rasteqîn bû. Bi rastî jî ji aliyê hikûmetê ve  mirovan wekî tiştekî pir hesas dihat dîtin. Lewma ev liv û tevgera jinan tiştekî pir ecêb bû. Jin niha çalakiyên xwe li ber polîsan dikin, dîmenan digirin û dişînin. Helbet ev pêşketineke pir mezin e. Ev israra jinan dikare ‘polîsên exlaqê’ veguherîne exlaqeke rasteqîn.”