5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin têkoşîna xwe xurt dikin

Kongra Star ji bo azadiya jinan pêk bê her sal xebatan dimeşîne û ji bo kontrolkirina pêkanîna van xebatan civînan li dar dixe. Piştî civînê ji bo xurtkirina xebatên ku tên meşandin Meclîsa Kongra Star biryarên girîng girtin.

Ji avakirina PKK’ê vir ve jinên kurd di her qadên jiyanê de komele û partiyên xwe avakirine û bi vê rêxistinbûnê ji bo hişmediya mêrperset ji holê rakin û jiyaneke wekhev ava bikin têdikoşin. Yek ji van jî Kongra Star a ku di sala 2005’an de ji bo rêxistinkirin, perwerde û bihêzkirina jinan xebat li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bimeşîne hatiye avakirin. Her wiha nûnertiya xwe li başûrê Kurdistanê, Libnan û li Ewropayê jî vekiriye.

Kongra Star ji bo azadiya jinan pêk were her sal xebatan dimeşîne û ji bo kontrolkirina pêkanîna van xebatan civînan li dar dixe. Kongra Star a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye di 27’ê çileyê de bi dirûşma ‘’Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman Em ê Tecrîdê Bişkînin û Rêxistina Xwe Ava Bikin”, civîna xwe ya salane li dar xist. Di kongreyê de xebatên ku di 2023’yan de pêk hatine hatin vegotin, li ser kêmasî û mijarên ku divê bên xurtkirin hatin sekinandin.

Piştî civînê ji bo xurtkirina xebatên ku tên meşandin Meclîsa Kongra Star encamnameya civîna xwe aşkera kir. Biryarên di civînê de hatin wergirtin wiha ne.

Konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, bi pêşengiya Kongra Star û Koma Jinên Zenûbiyayê wê meha sibatê bê lidarxistin.

Di vê xalê biryarê ku wek biryara yekemîn hatiye girtin de em dibînin ku jin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digirin û girîngiyek mezin didin azadiya wî ya fîzîkî.

Nameyên ku ji aliyê jinên kurd, ereb û êzîdî ve bên nivîsandin ji bo Rêbertî bên komkirin û bi rengê pirtûka ji derya dilê me re wekî berga duyem bê çapkirin.

Wek tê zanîn di diyarkirina biryaran de mijarên ku girîng tên dîtin di xalên destpêkê de ten diyarkirin. Kongra Star jî dema biryarên xwe diyar kiriye di serî de cih daye Rêberê Gelê Kurd û xebatên ku ji bo wî bên meşandin. Xebatên ku dê ji aliyê jinên neteweyên cuda de bên meşandin dide diyarkirin ku jin ji kîjan neteweyî dibin bila bibin Abdullah Ocalan wek rêberê xwe dibînin.

Li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk li welatên Rojhilata Navîn kar werin meşandin.

Wek tê zanîn Kongra Star li hemberî feraseta desthilatdara baviksalar, nijadperest û kapîtalîst têkoşîn dike. Ji bo civakek wekhev û azad bi rêxistin bikin dê rêbaza dîplomasiyê ya ku bi kartînin dê xurtir bikin.

Li Helebê avakirina komîteya dîplomasiyê.

Avakirina komîte dîplomasiyê jî girêdayê xala jor e.

Çêkirina dosya li ser jinên pêşeng ku ji hêla dewleta tirk a faşîst ve hatin kuştin ji aliyên peywendîdar re bê rêkirin.

Dewleta tirk bi salane êrîşê nirxên dewleta tirk û bi taybet jî destkeftiyên jinan dike. Di vê çarçoveyê de bi dehan jinên ku pêşengiya xebatên jinan dikirin hatin kuştin. Ji bo şiyariya vê mijarê û ji bo bûyerên bi vî rengê yên nû çênebin dê bi pêkanîna vê xalê jin xebatên xwe bimeşînin.

Destpêkirina lêkolînekê li ser sosyolojiya civakê li gorî her herêmekê û rewşa jin tê de berî û piştî şoreşê, paşê komkirina van lêkolînan û ji hêla komîteyekê ve ser bê sekinandin û li gorî wê çareserî bê peydakirin.

Jinan di civîna xwe de piştî çavdêriyên ku kirine biryar girtine ku ji bo dermankirina birînên jinan û aramkirina jiyana wan xebatên xwe bimeşînin.

Xurtkirina sîstema hevserokatiyê li tevahî komîn, sazî û desteyên rêveberiyê.

Wek tê zanîn pergala hevserokatiyê li hemû saziyên ku ji çanda tevgera azadiyê tên wek xeta jêneveger tê bikaranîn. Ji bo vê pergalê li hemû Rojhilata Navîn bê mîsogerkirin dê xebatên jinan jî bidomin.

Di vê salê de vekirina 3 dewreyên perwerdeyê yên branşan. Her wiha vekirina 3 perwerdeyên li ser kuştina zihniyeta zilaman di nava vê salê de.

Jinan di xebatên ku meşandiye de encama ku divê ji bo tundî li jinan neyê kirin pêwistî bi guherîna hişmendiya heyî heye. Ji bo guherîna vê hişmendiyê jî rêbaza herî bi bandor dayîna perwerdeyê ye. Ji ber vê yekê devreyên perwerdeyê dê di nav salê de bên dayîn.

Meclîsa Jinên êzidî di asta Sûriyeyê de bê berfirehkirin.

Zilma ku li jinên êzidî tê kirin ji aliyê hemû cihanê ve tê zanîn. Piştî fermana 74’an a ku pêk hat êzidî bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd bi hêza xwe xwedî li hebûna xwe derdikevin û xwe bi rêve dibin. Ji bo xurtkirina civaka êzidî divê meclisên jinên êzidî jî bên xurtkirin. Ji bo vê yekê jî divê meclisên heyî yên jinên êzidî bên xurtkirin.

Li gorî pêwîstiyan vekirina malên parastina jinan.

Ji bo jin pêwistî bi van malan nebînin dê xebatên berfireh bên kirin. Lê heke pêwist bibe jî dê ji bo jinan malên bi ewle bên avakirin.

Li hember dagirkeriya dewleta tirk, li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî rêzeçalakî bi pêşengitiya jinan bê lidarxistin.

Wek ku ji bo ji nûve avakirina civakê jin çawa di her qadan de xebatên xwe dimeşînin dê li dijî dagirkeriya dewleta tirk jî bi erka xwe rabin û hebûna xwe biparêzin. Ev mijar ji bo jinan mijareke bingehîn e û ji bo pêkanîna vê xalê jî dê xebatên berfireh bên kirin.

Cih ji zarokên jinên di nava kar de bê vekirin.

Ji ji dîrokê heta niha jin ji ber dayikbûna xwe ji qadên kar dûr hatine xistin. Ji bo êdî pêşiya vê mijarê bê girtin û jin karibin azadiya xwe ya aborî bi dest bixin dê piştgirî bê dayîn.

Li hemû komîn, tax, bajarok û bajaran perwerde li ser danasîn û rêziknameya Kongra Star bê dayin.

Wek ku me li jor anî ziman Kongra Star bi armanca xurtkirina rêxistinkirina jinan hatiye avakirin. Ji bo vê armancê pêk were û hişmendiya azadiya jinan di nav civakê de bê avakirin dê perwerde bên dayîn.