spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Kurd dosyaya tecrîdê radestî Vatîkanê kirin

Jinên Kurd di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" çûn Vatîkanê û dosyaya bi mijara tecrîda rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestî Vatîkanê kirin

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 80 navendên cîhanê ji aliyê dostên gelê Kurd ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin û gav bi gav li tevahiya cîhanê belav bû, komek ji jinan bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) çûn Vatîkanê.

Di merasîma hêkasor (Paskalya) ku li Qada Azîz Petrus a Vatîkanê pêk hat û serokê olî Francîs tevlî bû de 47 jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî bal kişandin.

Piştî merasîmê, dosyeya ku ji aliyê jinên Kurd ve hatibû amadekirin ji bo bidin serokê olî Francîs radestî sekreteryayê hat kirin.

Di merasîma li Qada Azîz Petrus de gelek caran dirûşmên mîna “Jin Jiyan Azadî” û “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hatin berzkirin. Jinên Kurd der barê tecrîd û êrîşên li Kurdistanê dewam dikin de, agahî dan.

Dosyaya tecrîdê hate pêşkêşkirin

Piştî merasîmê bi sekreterên serokê olî re hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de dosyayek li ser jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 dosyayên cuda yên li ser tecrîd û şer hatine amadekirin, hatin pêşkêş kirin. Rayedarê Sekreteryaya Vatîkanê diyar kir ku haya wan ji bûyerên ku gelê Kurd dijîn heye û gotin ku ew ê dosyayên li ser vê mijarê teqez radesetî serokê olî Francîs bikin. Jinên Kurd her wiha ji bo ku bi serokê olî re di demên pêş de hevdîtinê bikin, çend hevdîtin pêk anîn.