26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên şirnexî: Daxwaza edaletê ya Şenyaşar daxwaza me ye

Li Pirsûsa Rihayê, di dema hilbijartina parlamenteriyê ya 2018’an de, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşê malbata Şeyaşar kiribûn û hevjînê Emîne Şenyaşar Hacî Esvet Şenyaşar û du kurên wê Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin.

Piştî bûyerê kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar hat girtin û hê jî nehatiye berdan. Ji bo kesên hevjîn û du kurên wê kuştin bên cezakirin û kurê wê yê girtî bê berdan, Emîne û kurê wê Ferîd Şenyaşar 16 roj in li ber Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” dikin.

Çend roj berê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeda “Edaletê” ya li ber Edliyaya Rihayê di roja 19’emîn de didomîne. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de dîsa hatin ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê ya ji bo edaletê kirin.

Jinên Şirnexê serdana Şenyaşar kirin

Ji aliyekî ve jî, serdanên desteka ji bo çalakiya malbata Şenyaşar didomin. Îro Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê, serdena malbata Şenyaşar kirin.

Ji ber ku avahiya edliyeyê girtîbû, serdan li derveyî avahiya edliyeyê pêk hat. Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç, di serdanê de axivî û diyar kir ku ew vê serdanê li ser navê jinên Şirnexê dikin.

‘Em li pey pêkhatina edaletê ne’

Tûnç da zanîn ku kir daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar, di heman demê de daxwaza wan e jî û wiha got: “Em li ser navê Meclisên Jinên Şirnexê hatin vê derê. Dayikên mîna te zarokên xwe winda kirine, di nav me de hene. Li dijî bêhiqûqî û bêedaletiya li me hat kirin, em jî li pey pêkhatina edaletê ne. Heya ku edalet pêk were, em ê piştgiriyê bidin hev. Em êşa te pir baş fêm dikin. Daxwaza te ya edaletê daxwaza me ye.”

Şenyaşa: Çi ji destê min bê, ez ê bikim’

Dayik Emîne Şenyaşar jî di serdanê de axivî û anî ziman ku edalet nemaye û zilim li wan tê kirin û wan ji xeynî zilmê tu tiştek nedîtiye. Dayik Şenyaşar di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ew 19 roj çalakiya ji nobeda “Edaletê” dikin û domand: “Heya ku komkujiya li nexweşxaneyê derbikeve holê ez ê li vê derê rûnim. Heya ku edalet pêk bê, çi ji destê min bê ez ê bikim. Ew min bigirin jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ger ew bixwazin min bikujin jî, ez ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. Kurê min bi awayekî bêhiqûqî girtiye. Ma çi kiriye? Ger sûcdar be, bila werin me hemûyan bigirin.”

Jinên ji navend û navçeyên Cizîr, Sîlopî, Hezex û Elkê yên Şirnexê hatin serdana malbata Şenyaşar, piştî axaftinan bi Emîne Şenyaşar re sohbet kirin.