26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Joe Biden bersiv da rexneyên xwevekişandinê

Di demekê de ku her kes rexneyên mezin li serokê DYA’yê Joe Biden û rêveberiya welatê wî dike ji ber xwevekişandina ji Afganistanê, Biden parastina vekişîna leşkerên xwe kir û wiha got: “Ez heta dawî li pişt biryara vekişandina leşkerên welatê xwe me, ji bo vê biryarê ma diviyabû ku çend amerîkiyên din jî li wir jiyana xwe ji dest bidin.”

Biden di berdewamiya axaftina xwe de nerazîbûna ji bo artêşa Afgansitanê jî wiha anî ziman û got: “Heke leşkerên wî welatî ne amade bin ku li ber xwe bidin û şer nekin çima dê leşkerên me li wir şer bikin.”

Rastiyeke din jî heye ku piraniya gelê amerîkî bi biryara xwevekişandina leşkeran re ye, lê piraniya rexneyên ku li rêveberiya Biden tên kirin der barê şêweyê vekişandinê de ne.

Biden bersiva rexneyên ku lê tên kirin jî wiha da: “Ez nikarim gelê amerîkî bixapînim û bêjim hinekî din jî mayina leşkerên me li wir dê gelek tişt bida guhertin.”
Piştî ku serokê Afganistanê roja yekşemê ji welat reviya û hikûmeta wan hilweşiya Tevgera

Talîbanê da xuyakirin ku êdî hemû welat di bin kontrola wan de ye. Paytext Kabûl bajarê herî dawî bû ku ket destê Talîbanê.