Rojnameya Heftane

Kamyona min e û ez azad im

Carekê yekî ereb ew ê barê kamyona xwe ya zebeşan bibira halê. Riya ku tê de dimeşiya hinekî teng bû û diviyabû ku li destê rastê bifitile da ku biçe halê. Beriya bigihîje halê li şûna ku (sinyala) ronahiya rastê vêxe ya çepê vêxist û bi rastê de zîvirî. Wesayîta ku ji paş wî ve dihat lê qelibî û qeza kir. Ajokarê kamyonê û yê erebeya ku lê qelibî daketin xwarê û xwe rakişandin hev, ew dibêje tu neheqî yê din dibêje tu neheqî. Welhasilî diyalogekeke wiha di navbera wan de derbas dibe:

Ajokarê erebeyê: Kuro lawo tu ronahiya xwe ya çepê vêxistiye û tu bi rastê de zîvirî, ma wiha dibe.

Ajokarê kamyonê: Kuro ka binihêre barê min çi ye?

Ajokarê erebeyê: Barê te zebeş in.

Ajokarê kamyonê: Hal li kîjan alî ye?

Ajokarê erebeyê: Li aliyê rastê ye.

Ajokarê kamyonê: Madem tu zanî barê min zebeş in û hal li aliyê rastê ye gerek te zanîba ez ê bi aliyê rastê de herim.

Ajokarê erebê: Lê te ronahiya sinyala xwe ya çepê vêxistiye.

Ajokarê kamyonê: Lawo lembe lembeyên min in û kamyon kamyona min ,e ma bi serê te ketiye ez kîjan lembeya xwe vêxim û bi kîjan alî de bizîvirim.