27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karîkaturîstê swêdî Lars Vilks di qezaya trafîkê de mir

Li gorî nûçeyeke rojnameya swêdî DAGENS NYHETER , karîkatorîstê swêdî Lars Vilks ji hunera xwe ya karîkatorê bêtir bi karîkatorê xwe yê ku Hz. Muhemed xêz kiribû di nava cîhana ereb û îslamê de hatibû naskirin. Ji ber çêkirina wî karîkatorî gelek êrîşên dijwar li dijî wî pêk hatibûn. Heta hewl dabûn ku wî bikujin. Wekî tê zanîn di sala 2007’an de ew karîkatorê Hz. Muhemed di rojnameya Nerîkes Allehanda de hatibû weşandin.

Lars Vilks roja yekşemê di erebeyeke polîsan a sivîl de, li nêzî bajarê Markaryd li ser rêya E4 qeza derbas kir. Kamyonekê li maşîna wan da û di encamê de Lars Vilks mir.  Ji 4 çar kesên ku di wesayitê de bûn tenê ajokarê wê birîndar bû û sax ma.

Serokwezîrê Swêdê yê wê demê Fredrîk Rainfeld bi 22 sefîrên welatên misilmanan re civîn çêkiribû. Armanca vê civînê ew bû ku welatên mislimanan di der barê vê mijarê de aramtir tevbigerin. Beriya Lars Vilks fitwa kuştina nivîskar Selman Rûştî ji alî melayên Îranê ve hatibû dayîn. Li ser nerazîbûn û gefên li dijî wî ji sala 2007’an de heta niha di bin parastin û çavdêriya polîsan de dijiya. Ji ber van sedeman mirina Lars Vilks ya bi qezayeke trafîkê vê yekê tîne bîra mirov gelo ew bi zanebûn hatiye kuştin an jî tenê qezayeke trafîkê ye.