26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Riham Hesen: Em destûrê nedin planên li dijî gelê Şengalê

Li dijî planên PDK’ê yên dagirkirina Şengalê civaka êzidî bi rojan e li ser piyan e û li ber xwe dide. Piştî hewldana 2’ê cotmehê, liv û tevgera PDK’ê ya ku hêzên xwe yên çekdar derbasî Şengalê bike, berdewam dike. Li ser vê rewşa gelê Şengalê îro berê xwe da noqteyên Asayîşa Êzîdxanê û meclîsên gel.

Li komelgeha Guhbelê ku ev çend roj in yek ji navendên berxwedana Şengalê ye, Rêveberiya Xweser der barê rewşa dawî û berxwedana gel de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen ve hat xwendin.

Riham Hesen destnîşan kir ku gelê Şengalê çend roj in şev û roj li dijî planên PDK’ê li ser piyan e û wiha got: “Ne îro ev 7 sal in gelê me li ser piyan e û li hemberî berxwedana gelê me planên qirêj ên PDK’ê heya niha vala derketine.”

Riham Hesen diyar kir ku berxwedana gel bênavber berdewam dike ew wekî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi gel re têdikoşin û wiha got: “Yên ku dixwestin bi rêya fermana 2014’an gelê Şengalê tune bikin bi ser neketin û îro dixwazin bi planên cûda yên wekî 9’ê Cotmehê vê armanca xwe bibin serî. Em bang li gelê xwe dikin ku şiyar bin. Em carekê din destûr nadin planên ku îradeya gelê me nas nake li ser gelê me were ferzkirin. Wê her tişt bi îradeya gelê me pêk bê.”

Riham Hesen hişyarî li hikumeta Iraqê jî kir da ku îradeya gelê Şengalê esas bigire û li ser navê civaka êzidî ev peyamê da: “Ev rewş bi Peymana 9’ê Cotmehê ve girêdayî ye ku dixwazin PDK car din vegere Şengalê. Yên iradeya milet nas nakin em jî wan nas nakin.”

Riham Hesen herî dawî jî balê kişand ser propagandayên reşkirinê jî û ev tişt anî ziman: “Dibêjin hêzên ne yasayî li Şengalê ne. Em malbatên şehidan in, malbatên esîran in. Hêzên li Şengalê gel e.”