26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Talukeya li ser xiristiyanên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hîn jî didome

Nûçegihanê  rojnameya Times a Ingilîstanê Richard Spencer raporek der barê rewşa xiristiyanên li rojavayê Kurdistanê de weşand.  Spencer, di raporê de bal kişand ser rewşa xiristiyanên li Til Temir û gundên derdora wê ên li ser çemê Xabûrê. Di vê dema dawî de êrîşên li ser deverê û gundên wekî Til Tewîl hiştiye ku gelek niştecihên wan deveran koçber bibin. Ji sedî 95 ji xelkên gundê Til Tewîl ji ber êrîşên artêşa tirk û komên çete ên girêdayî wê neçar bûne ku ji gundê xwe koç bikin.

Li gorî raporê xeristiyanên Sûriye û Iraqê, ên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê filitîne, niha jî bi êrîşên artêşa tirk û komên çete ên ku navê muxalefetê li xwe dikin re, rû bi rû ne.

Di sala 2015’an de di dema êrîşên li Kobanê de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn gundên xiristiyanan ên derdora Til Temirê û dest danîbûn ser 9 gundên deverê. Di encama vê yekê de 230 welatiyên xiristiyan dîl girtibûn û ji bo serbestberdana wan bi hezarên dolar ji xizmên wan stendibûn.

Di raporê de bal kişandin ser êrîşên dewleta tirk û çekdarên girêdayî wê ên li ser herêmê û wiha hat gotin: “Ji sala 2019’an de êrîşên li ser herêmê zêde bûn û gelek kes neçar man ku cih û warên xwe terk bikin. Gelê xiristiyan ên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê filitîn niha bi êrîşên artêşa tirk re rû bi rû ne.

Di raporê de tê bibîrxistin ku derdora 20 hezar xiristiyanên li vê derê ji dema komkujiyên Osmaniyan ên li dijî xiristiyanan de hatibûn li vir bicih bûbûn. Niha jî dîsa ji alî artêşa tirk ve gef li hebûna wan welatiyan tê xwarin.

Her wiha raporê cih daye gotinên keşayê bi navê  Paxos Isaiah ên der barê êrîşên dawî ên li ser herêmê. Paxos Isaiah dibêje ku piraniya xelkê herêmê ji ber topebarana artêşa tirk neçar dimînin ku gundê xwe terk bikin û êdî em nikarin biçin Kilîseyan ji bo peywîrên xwe yên olî jî pêk bînin.