30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kaya: Em ê tim hunera kurdî li ser piyan bihêlin

Şanoger Erdal Kaya zext û zilma li ser hunera kurdî bi bîr xist û wiha got: “Em ê her tim jî derên ser dikê û bi zimanê dayika xwe bilîzin. Ger ku dik tune be jî em ê derên li sikakan, li ser medya dijîtal û li salonên mala xwe bi zimanê kurdî bilîzin”

Şanoger û lîstikvanê kurd Erdal Kaya, piştî çend rêzefîlmên ku li ser youtubê çêkir li gelek deveran jê re teklîfên ji bo ku li gelek deran derê ser dikê hatin. Kaya, Di nava van sê çar salên dawiyê de gelek xwe da naskirin û ji bo hunera kurdî gelek xebatên baş dike. Di nava van salên dawiyê de skeç û rêzefîlmên weke Şildim-Bildim, Hestû TV, Hinek Henek, MiGoo, Navnîşan, Şanoya Bajêr a Amedê, stand-ûp û Vik û Vala û di gelek fîlman de rol girtiye. Ji ber ku van karan bi dil û can dike ew ji hêla şanogeriya kurdî ve gelek serkeftî ye. Erdal Kaya, geh li Êlih û Amedê geh li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi turneyan jî dertê ser sahneyê, bi skeçên cur bi cur dilîze. Bi piranî jî xebatên xwe yên şanogeriyê li Yenî Sahneya Êlihê dike. Şanoger Erdal Kaya, ji rojnameya me re axivî.

Di destpekê de şanoger Erdal Kaya qala dîroka şanoya kurdî kir ku li Êlihê çawa li pêş ketiye û xwe daye naskirin û Kaya wiha got: “Dema sinemaya Yilmaz Guney, şaredariyê ew der vekir gelek festîval û hemû cureyên hunera kurdî zedê li wir kar û xebat çêdibûn. Jenerasyona me li wir gelek hat ecibandin û gelek hunermend ji wir derketin. Bandora sinemaya Yilmaz Guney, li ser hemû şanogeran heye, êdî wê derê çandekê dabû avakirin.

Erdal Kaya serboriya hunera li Êlihê pêşketiye wiha anî ziman: “Dema Êlih, bibe bajar wê demê petrol li Êlihê hat dîtin, di sala 1950’an de endezyar ji Amerîkayê hatin. Li Êlihê, cihekî bi navê sîteyê ava kirin. Ew cih ji bo ku ew endezyar werin li wir bijîn bû. Ji bo wan wê demê cihê gogê, şano, muzîk, sinema hat avakirin ew ji bo Êlihê, gelek baş bû û bû mînakeke xweş. Pişt re Êlih, bû navçe bû bajar gelê Êlihê, li wir sinema nas kir. Di salên 1997-98’an de ji aliye Anatolyayê dihatin li Êlihê, şano dilîstin. Wê demê em dikarin bibêjin dê û bavê me bi awayekî modern şano nas kirin. Bandora wê Jî li ser Êlihê heye, piştî wan salan li wê derê şanoyên taybet hatin avakirin û ew jî ji bo me bû mînak.”

‘Piştî salên 2000’an şanoya kurdî’

Kaya, destnîşan kir ku beriya şano bi kurdî bê lîstin, ji ber ku gelek qedexe li ser kurdî hebûn piranî bi tirkî hatiye lîstin û wiha dewam kir: “Li Êlihê, şanoger gelek in ev tiştek xweş e. Niha jî li cihê şanoya me sikakên bi kurdî gelek in. Ez dixwazim bêjim li şûna ku ew qas kafe hene hemû bibin cihên huner, şano, ziman û muzîka kurdî, em her tim bi kurdî bijîn. Çiqas ji bo kurdî kar zêde bin ev kêfxweşî û serbilindiyek e. Di van demên dawiyê de li bajarên Kurdistanê, şanoya kurdî gelek karên baş dikin”.

Erdal Kaya bi bîr xist ku bingeha şanoyê li Amedê heye û wiha derbirî: “Şanoya bajêr 30-40 sal in ku bingeha wê li Amedê heye lê piştî salên 2000’an li Amedê êdî bi kurdî tê lîstin. Ev ji bo me pir mînakeke mezin e, em bi wan mamosteyan mezin bûn. Niha jî ji bo min kêfxweşiyek e pir mezin heye, dema ku ez zarok bûm min ew temaşe dikirin û niha jî ez bi wan re derdikevim ser dike. Dema ku me cara pêşîn rêzefîlma Îşev dikişand gelek kesan digotin dema ku mirov li Erdal Kaya dinihêre mirov dibêje qey 20 sal in şanogeriyê dike. Bi rastîjî ez 20 sal in şanogeriyê dikim. Berê jî min karê şanogeriyê dikir lê em ew qas dernediketim li hember kamerayê. Dema me dest bi zanîngehê kir her yek ji me belav bû çû cihekî lê dîsa jî me karê xwe dewam kir. Me dev ji şanoyê berneda lê carinan jî derfetan rê nedida hinek tiştan. Ji ber ku me li bajarên tirkan dibistan dixwend me nikaribû bi zimanê kurdî şanogeriyê bikin.”

‘Ji destê kê çi hat bûn alîkar’

Kaya da zanîn ku beriya ew li Êlihê Yenî Sahneyê, li bajar bidin avakirin wan gelek zor zehmetî kişandine û ji gelek deveran alîkarî ji wan re hatiye da ku karibin şanoyê bi kurdî bilîzin û wiha pê de çû: “Dema ku min zanîngeh qedand ez vegeriyam Êlihê, min dîsa karê şanoyê deman kir. Piştre jî sînemaya Yilmaz Guney hat şewitandin, qeyûm tayinî ser şaredariyê hat kirin, ev der hemû hatin şewitandin. Êdî cihekî ku em şanoyê bi zimanê xwe bikin nemabû. Me jî li gorî derfetên xwe bi hevalên me yên weke parêzer, mamoste û kesên ku karê tendirustiyê dikin li Êlihê me Yenî Sahneyê, ava kir. Kê çi ji dest hat bi me re kir.”

Kaya da zanîn ku her kesê guncav dest avêtiyê tiştekî barê wan rakiriye û wiha got: “Hevalekî me kare marangoziyê dikir wî ji me re mase çêkirin. Yên ku karê ceryanê dikirin ew jî hatin ji me re tesîsatê me yê ceryanê li çêkirin. Yê ku karê reklamê dikir hat tabela me ya li ber derî ji me re çêkir. Me ev der di sala 2018’an de ava kir, ji wir heta niha em karê xwe yê şanoyê li ser vê dikê dikin. Piştre jî bernemaya Hinek Henek çêkirin li wir jî hevalan gazî min kir. Ez niha tev li wê komê jî bûme û li wir dilîzim û bêhtir li wir hatim naskirin. Beriya ku ez herim Hinek Henekê min li rêzefîlmê Îşev jî dilîst.”

Eleqeyeke mezin hebû

Kaya, bi bîr xist beriya ku pandemî dest pê bike li ser youtubê wan çend bername çêkirine û ji aliye temaşevanan ve gelek eleqeyeke mezin dîtiye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku pandemî derket em mecbûr man me navber da şanoyê. Pêşî li Êlihê, me bernameya Şildim-Bildim, Hestû TV, bi hevalan re li ser you tubê skeçên bi wî awayî dilîstin. Wê demê karê ku me bikira tune bû. Me nêzîkî 20-21 beş bi wî awayî lîstika Şildim-Bildim jî lîst. Dema ku êdî astengiyên pandemiyê rabûn me dev ji wê bernamê berda pişt re me dest bi rêzefîlmê Îşev kir. Di rêzefîlmê Îşev de eleqeyeke gelek mezin çêbû lê di wê demê de jî dîsa pêla pandemiya duyemîn dest pê kir û me navber dayê. Niha jî ez hem li Êlihê û hem jî li Amedê bi koma Hinek Henek re li Şanoya Bajêr di skeça Dek û Dolabên Scapê, de hê jî dilîzim. Li vir jî di sê çar lîstikan de dilîzim. Herî dawî jî me Stend Ûp’a bi navê Vik û Vala pêk anî, niha ew jî dewam dike.”

Mecbûriyeta zimanê tirkî

Kaya bi bîr xist ku ew di zarokatiya xwe de bi zimanê kurdî diaxive û heta ku mezin bûye, çûye dibistanê jî yek peyveke bi zimanê tirkî nizanbûye û wiha domand: “Şanoya tirkî ji ber mecbûriyetê me dilîst ji ber ku zimanê kurdî qedexe bû me nikaribû bi kurdî skeçan bilîzin. Dema ku min zaningeh dixwend derfet tune bûn li Afyonê em bi kurdî bilîzin û temaşevanan bigihînin hev. Ji ber ku em ji şanoyê dûr nekevin me bi zimanê tirkî dilîst. Lîstika şanoya bi tirkî ji bo min ne tercîhek bû”.

Kaya vegera lîstika bi kurdî jî wiha derbirî: “Dema ku ez bi kurdî dilîzim ez xweştşir xwe îfade dikim. Heta 7-8 saliya min yek peyveke tirkî jî nizanibû ku biaxivim ji ber ku ez heta wê demê ji gund derneketibûm. Zimanê tirkî jî ez mecbûrî hîn bûm. Dema ku cara pêşîn ji zanîngehê zîvirîm, ez hatim li Êlihê derketim ser dikê, min wê demê ji hevalan re jî got ez niha xwe li mala xwe hîs dikim ku ez bi kurdî şanoyê dilîzim. Mamosteyan jî ji min re digotin bi kurdî coşa te bêhtir dertê holê. Lîstika bi tirkî li ser lîstikvaniya mirov gelek bandor dike.”

‘Temaşevan samîmîyetê dibînin’

Kaya anî ziman ku ew ê di demên pêş de jî lîstikên xwe dewam bike û got:  “Ji bo demên pêş lîstikên me wê dewam bikin, em ê bilîzin. Li Koma Yenî Sahnayê ya Êlihê, ez di sê lîstikan de dilîzim. Li Amedê jî li Şanoya Bajêr ya Amedê jî ez dilîzim, bi tevahî di vê serdemê de ez di 5 lîstikan de dilîzim. Di serdemên nû de jî ez ê bi her du koman re bilîzim û stend up bikim. Dema ku stend ûp’ê got erê bes e, te zêde lîst wê demê diqede. Dema ku ez temaşevanan dibînim gelek coş û moral tê min. Niha video di her malî de heye. Dema ku ez sikakê dayik, bav, kal û pîrên me dibinim rûyê wan dikene kêfxweşiyek tê min, ez jî bi wan re dikenim. Piştî sahneyê dema em dertên temaşevanên me dixwazin bi me re wêneyan bikişînin, bi me re sohbet bikin. Dema ku ez wê samîmiyetê dibînin rolên me yên ser dikê dikevin bîra wan dikenin û ew ken tê rûyê min jî. Ez wê demê ji xwe re dibêjim, ez karekî baş dikim û wan kêfxweş dikim. Ez jî ber wê rûken im.”

‘Ez vî karî bi kêfxweşî dikim’

Kaya bal kişand ser têkiliya di navbera kesên şanoger û temaşevanan de ev tişt got: “Kare şanoyê dema ku mirov dilîze mirov di nava kar de naweste, dema ku mirov diçe malê serê xwe datîne ser balgîv wê demê westandin tê bîra min. Dema ku li civatan qala şanoyê bê kirin ez dikarim bi saetan li ser axaftin û nîqaşan bikim. Ji ber ku kêfa min ji wî karî re tê û ez bi kêfxweşî dikim. Carekê li Amedê festîvalek çêbû ez ji Êlihê rabûm çûm Amedê saet 3’yê Şanoya Bajêr ya Amedê, bi komeke kurd re em lîstekeke cuda dilîzin û saet di 5’an de ew lîstik qediya ez hatim, Êlihê dîsa min bi komeke kurd re lîst, di heman rojê de li du bajarên Kurdistanê me lîstikeke din lîst. Ez wê rojê gelek westiyam lê ji ber ku bi zimanê kurdî bû westandin nedihate bîra min. Min di wir de xwe gelek bi şans jî hîs dikir. Li du bajarên Kurdistanê bi temaşevanan re bi coş û kêfxweşî derbas bû.”

‘Em ji bo hevalên xwe dilîzin’

Kaya der barê hevalên xwe yên şanoger ên binçavkirî de jî axivî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Herî dawî ji şanoya bajêr 6 hevalên me hatin binçavkirin. Hevalên me yên ku ez bi wan re derdiletim ser dikê, me bi hev re lîstik dilîstin. Lê dîsa jî ji dilê mirov nayê ku derkeve ser dikê bilîze ji ber ku hevalên me di bin çavan de bûn em  xemgîn bûn, ji aliyê din hevalan got ji bo ku em ji hevalan re bibin moral em ê lîstika xwe bilîzin. Cihên ku em dikarin li wir tiştinan bibêjin ew der e. Me li ser dikê ji bo hevalên xwe lîst. Dema heval derketin wan jî di nevbera xwe de gotibû bila heval moralê xwe xira nekin, bila derên ser dikê. Ev zilm û zordariya li ser huner, şano, muzîk û li ser çanda kurdî duh jî hebû îro jî heye û ew ê sibê jî hebe lê ev neyê wê wateya ku ew ê me bidin sekinandin. Em ê her tim jî derên ser dike û bi zimanê dayika xwe bilîzin. Ger ku dik tune be jî em ê derên li sikakan, li ser medya dijîtal û li salonên mala xwe bi zimanê kurdî bilîzin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê