26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kî bi ser ket?

Aram Elegez

Li cîhanê her jîndarek ji bo hebûna xwe bidomîne xefikan li hemberî jîndarên din datîne. Ev liv û tevgera zindiyan bi şêwazên cuda-cuda pêş dikeve, lê feraset ew e ku hebûna xwe misoger bike; yanî ev rewşeke sirûştî ye. Lê di cîhana mirovan de, di cîhana komelgehî de xefik bi neyînî li hemberî hemû jîndaran tê bikaranîn. Bingeheke wê ya subjektîv heye, xefik bi plan û bername pêş dikeve.

Wek tê zanîn di pêvajoya civakbûyînê de, komên mirovan destpêkê fêrê jiyana niştecih dibin, niştecih fêrî çandiniyê dibin. Jin bi çandiniyê jiyanê bi rê ve dibe, mêr berê xwe dide nêçîrvaniyê. Nêçîrvanî fêl û fêlbaziyê dixwaze, yanî xapandin tê de heye, xapandin jî bi danîna xefikan çêdibe. Dema mêr li dijî lawiran-heywanan xefikan datîne, ji bo heywanan bixapîne vê yekê dike. Ev karê mêran xwedî dîrokeke hezar salan e, bi azmûna hezaran salan mêr dibin pisporê xapandinê, pisporê fêlbaziyê û di mêran de aqilê analîzê, aqilê taktîkê pêş dikeve.

Aqilê mêrsalarî li ser kemînê û xefikê xwe saz dike. Ev hişmendî ji her tiştî guman dike, guman wî dibe negatîvîzmê, negatîvîzm bêbaweriyê diafirîne. Aqilê Mêr, êdî ji hêza jina wî afirandiye jî guman dike, aqilê nêçîrvanî, azmûna fêlbaziyê, hikumdariya li xwezayê kom kiriye, vediguherîne ser jinan. Êdî dest bi sazûmankariya pergala xwe dike, ciwanên li dora xwe kom dike, zarokên dayikê li dijî dayikê dixe nav tevgerê û di encamê de hêza zorê diafirîne. Hêza zordestî wek giloka berfê her ku hol dibe mezin dibe, her ku mezin dibe, bêhtir zordest dibe, ji bo zordestiyê mayînde bike qesiran ava dike, di qesran de saziyên fêlbazî û kedîkirinê ava dike. Destpêkê jin xistin wan saziyên kedîkirinê û gotin: “Cihê bedewiyê”. Aqilê Mêr azmûna kedîkirina lawiran vê carê li ser jinan diceriband.

Aqilê xefikê ji mirovê azad ditirse, mirovê azad hebe xewa wî nayê, ne rehet e, ji ber vê mirovê azad bi navê “dijmin” pênase dike û êrîş dibe ser. Di dîroka me kurdan de aqilê xefikê cara ewil di çîroka Gilgamêş de derbas dibe. Gilgamêş ji mêrxasê çiyayî yê bi navê Enkîdû pir ditirse, bi mêranî nikare wî bin bixe, lê bi aqilê xefikê jina ku di saziya kedîkirinê de amade kiribû dişîne Çiyayên Azad, cem Enkîdû û dixapîne, di nava civaka azad de tîne dixe leşkerê xwe. Enkîdû, dikeve bin kontrola aqilê xefikê û ji bo wê êrîşî gelê xwe dike. Ji ber vê Enkîdû di dîroka Kurdistanê de wek xiyanetkarê destpêkê tê binavkirin.
Aqilê xefikê di saziya desthilatdariyê de dibe feraseta bingehîn, desthilatdarê ku ji bo civakê her dem di bin destê xwe de bihêle, bimije, di her kêliya jiyanê de xefikan bi cih kiriye. Mêrê kiriye dijminê jinê, mal bi mal cînar kiriye dijminê hev, eşîr li dijî eşîr, dîn li dijî dîn, gel li dijî gel, welat li dijî welat, di encamê de rewşa ku afirandiye her kesî kiriye dijminê yê din. Îro jî aqilê xefikê rojane komkujiyan pêk tîne, li cîhanê cihekî bêşer nîne, aqilê xefikê xweza-sirûşt jehrî kiriye, xweza êdî li dijî hemû zindiyan ketiye nava xweparastinê.
Aqilê xefikê ji aqilê azad, mirovê azad, civaka azad, jina azad ditirse. Di mîtolojiya Sumerî de aqilê xefikê yê mêrsalarî – desthilatdarî biryara xwe ya yekemîn a parçekirina bedena jinê dide, biryar ji aliyê kurê jinekê ve pêk tê. Dayika bi navê Tiyamat tê parçekirin.
Aqilê xefikê; pêxember Îbrahîm diavêjê nava êgir, pêxember Ûsiv diavêjê hundur bîra tarî, pêxember Eyûp di zindana tarî de dirizîne, pêxember Mûsa civaka wî ji bo ji koletiyê rizgar bibin sih sal li Çiyayê Sîna dixe nav tekoşînê… Dehaqê xwînxwar li ser serê zerdûştî û kurdan dike tofan û Zerdeşt û Kawa dike dixe nav hewla azadîxwaziyê, pêxember Îsa dibe çarmixê û dikuje, çermê Maniyê Kurd saxesax hildike û bi zincîr ve girêdayî li ber tavê dihelîne, li Kerbelayê 72 kesên malbata pêxemberê xwe qetil dike, Ebû Muslîmê Fermandar di Qesra Ebbasiyan de tevî du sed hevalên wî parçe-parçe dike û diavêje ava Dîcleyê, ji ber gotina “ez heqîqet im, mirov heqîqet e” ya Helacê Mansur çermê wî digurînin, heman tişt tîne serê Nesimiyê Kurd ku wî wekheviya jin û mêran dixwest û li Ewropayê Galîleo û Brûno ji ber ku gotin dinya li dora rojê dizivire zindî hatin şewitandin.

Kole, karker û jinan li hemberî aqilê xefikê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Nave vê berxwedanê bû 1 Gulanê, 8 Adarê, 25 Mijdarê. Agirê Newroza ku bûbû koz sala 1982’yan li Zindana Amede bi sê niftikan geş bû û bû roja azadiya gelan, wî agirî di 15 Tebaxa 1984’an de xwe gîhand Çiyayê Gabarê, li wir dora xwe geş kir û li tevahiya Hîlala Zêrîn ronahî da. Navê wî bû şoreşa vejînê.

Çerxa dîrokê wek du pêlên lêhiyê her herikîn; aliyekî coka civaka azadîxwaz, aliyekî jî aqilê xefikê-desthîlatdariyê. Coka civaka azad pêlên xwe dijwar kir. Dîjle û Firatê bê rawestan hewl dida xwe bigihîne behrên bêdawî, lê aqile xefikê her gav bendav datînî pêş wan da ku herikandina coka azadiyê rawestîne.

Navê xefika ku hatibû danîn `Xefika Kurd` bû, sed sal in ew xefik wek sêla sor a ku her dem agir di binê wî de dadayî bû. Navê din; Kerguşk bireve, tajî bigire. Yek qurban e, yê din celad e û sed sal e ev rewşa kambax didome, carinan dikeve, carinan radibe, ne azad dibe, ne jî diqede. Yên xwe wek nêçîrvanên azad dihesibînin, li hespên aqilê xefikê siwar bûne û li ser feraseta “Bikuje, parçe bike – hikum bike! Çi dikî bike, bila ne bijî, ne jî bimire” tevdigerin.

Xefikê wek pîrhevokê tora bêbextiyê hûnand, di hedefa wê de ev car kurd, Kurdistan û kurdên Amedê, kurdên ku pênc hezar sal in teşiya azadiyê dirisin û tu carî serî netewandine, felsefeya `BERXWEDAN JIYAN E` ji xwe ra kirine destûr.
Aqilê xefikê; sosyolojî û paşeroja rêberên kurd li bêjingê da, lêkolîn kir û gihîşt encameke wisa: “Eger rêberê wan bikeve xefikê û ji civakê were qutkirin, kurd dê têk biçin.” Xefika Deryaya Spî, sermaya Sîbîrya – rûyê bedbextên ku nirxên xwe yên sed salî bi erzanî firotibûn, deriyên seqem li pêş rûyê Rêber girtin. Zarokên Zewsê bêar bi rûyê hezar rengî, bi navê dostaniyê Rêber birin Afrîkayê. Welatekî li qeraxê Deryaya Spî ku ji nebiyê pêxember Îbrahîm, Îshaq çêbûne, lê bi çanda Fîrewnê dawî yê Misirê mezin bûne, cihê Rêber ji aqilê xefikê re diyar kirin. Balkêş e, yên ku derdestiya aqilê xefikê dikirin hemû jî Enkîdûyê demê bûn.

Rêber dîl hat girtin. Aqilê xefikê bi kêfxweşî, got: “Temenê wan 6 meh e, piştra ew ê belav bin, yan jî dê bi xwe xwe tune bikin”. Lê ji roja destpêkê li çar aliyê cîhanê mirov bûn giloka agir û li kolan û bajaran belav bûn, hevalên Rêber kom bûn, biryara bêhtir berxwedan, bêhtir têkoşînê dan, pênc hezar fedayî ketin rê û bi dehhezaran ciwanan berê xwe dan çiyayên azad. Enkîdûyê amerîkî, nebiyê Dawûd, Madlên Olbrayt li xwe mikur hat û got: “Me ewqas berxwedan û bertek hêvî nedikir, me bizanibûya wisa be, me yê xefik daneniya.”
Di encamê de 44 caran şeş meh derbas bûn, dema Rêber dîl hat girtin Rêberê gelê kurd bû, lê niha Rêberê Rojhilata Navîn û hemû bindestên cîhanê ye. Û ya herî girîng jî Rêberê jinan e. Dema Rêber dîl ket destê dijmin rêxistina wî tenê yek bû, niha bi dehan rêxistinên wî hene. Rêxistina wî tenê li çiya û bi veşartî li bajarên Kurdistanê hebû, niha li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyê cîhanê heye. Berê tenê di nav kurdan de bû niha di nava hemû bindestan de li ser navê wî, an jî bîrdoziya wî, rêxistin hene.
Xwediyên xefikê, tarûmar bûn, hin ji wan birin sêdarê, hin ji wan hatin kuştin, hin ji wan jî bêdeng çûn sergoya dîrokê.

Li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan 22 sal derbas bûn, kesên ku wê demê hedef kiribûn Rêber bê bandor bikin li ku ne? Rêber hê jî li ser kar e, Rêber hê jî pêşeng e. Baş e, Kî bi ser ket?