4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kizilay: Wax wax! Ji xwe re Kepçe bigirin xilas bikin

Hasan Bay ji ber bêxemiya Kizilayê piştî 8 saetan ji aliyê gundiyan ve ji bin kavilan hate derxistin, diyar kir ku Kizilayê ji xizmên wî yên alîkarî jê xwestine gotiye “Hûn bixwe kepçe bigirin xilas bikin. Lê gel dengê me bihîst.”

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal bêeleqetiya Kizilayê ya navçeya Kurdoxoliyê ya Mereşê ragihand. Li navenda Mereşa ku ji erdhejên navçeya wê ya Bazarcixê çêbûn gelek bandor bû, xebatên rakirina kavilan didomin. Li hin navçeyan jî hêj dest nedane kavilan.

Di erdhejê de gelemperiyê navçeya Kurdoxolî jî hilweşiya û li gundan hema bêje xaniyekî ku bikevinê nemaye. Gundê Amîkan ê girêdayî navçeya Kurdoxoliyê jî yek ji gundên ku xisareke zêde gihiştiyê û di erdhejê de gelek kesan lê jiyana xwe ji dest da. Malbata Bay ji binê kavilên xaniyê xwe yê bi temamî hilweşiyayî sax hate derxistin. 3 ferdên malbatê yên ji bin kavilê xaniyê wan ê duqatî bi alîkariya gundiyan piştî 8 saetan hatin derxistin. Traktor û amûrên malbata ku bi çandinî û sewalkariyê ve mijûl dibe jî di bin kavilan de man. Malbata Bay piştî tedawiyê hewl didin di bin konê ku li ber kavilê xaniyê xwe vedaye de bijîn.

Gel hat hawara me 

Hasan Bay, hevjîn û keça xwe ji bin kavilan sax hatin derxistin. Hasan Bay wiha got: “Em bi hewldana gundiyên xwe ji bin kavilan hatin derxistin. Ne pêkan e ku wê keliyê bi peyvan vebêjim. Em nikarin dengê xwe ragihînin. Di nav tariyê û tozê de ne, televizyona teqiya, gelek tiştên xirab çêbûn. Dîsa jî em li ser hişê xwe bûn. Min ji keça xwe û hevjînê xwe re got, sakîn bin û pêvajoya 8 saetan me wisa derbas kir. Me pêşiyê xwest em birevin lê me nekarî birevin. Bloka beton ket ser me. Ya ku em xilas kirin jî dîvan bû. Em her sê jî di nav wê de man. Ewilî cihekî ku em lê tevbigerin hebû. Pişt re erdhejeke din jî çêbû û ew der bi temamî hilweşiya. Bi erdhejokan jî ew cih bi temamî hate girtin. Em qîr dikin lê nikarin dengê xwe bigihînin derve. Herî dawî gel dengê me bihîst.”

Kizilayê terkî qedera xwe kirine

Bay, anî ziman ku bi hewldanên gel ji bin kavilan hatin derxistin û wiha dewam kir: “Dema em di bin kavilan de bûn xizmên me gazî tîmên xilaskirinê kirine lê bersiveke neyînî wergirtine. Biraziyê min çûye Kizilayê. Kesê ji Kizilayê berpirsyar li Mereşê bêyî ku şerm bike gotiye ‘Wax wax rast dibêjî. Heke pereyê we hêza we hebe herin kepçe bigirin û xilas bikin.’ Bê heya. Mirov wisa dibêje?”

Şîrketên sîgortayê xwe ker kirine 

Bay ê da zanîn ku sax derketin lê bi awayekî madî gelek zerar dîtine, anî ziman ku mirov perîşan bûne û wiha got: “Kon dan lê mirov dê çiqas di konan de bijî? Wê jî kes texmîn nake. Ji mirovan 5 qûrişan alîkariyê dikin, bila bikin. Lê divê rêveber bihayê bedele sigorteya wesayîtekê  ber çavan bigirin. Şîrketên sîgorteyê her sal pereyekî zêde digirin ji van wesayîtan. Em li wan digerin nagihin telefonên wan. Şîrketên sîgorteyan top avêtin? Serokkomar be, Wezîrê Karên Navxweyî be, Veguhestin be, Wezîrê Enerjiyê be kî bibe bila bibe divê heqê traktorê bidin. Ji ber ku bi trilyonan pere qezenç dikin. Bedelê malîyeta traktorekî jî ne ew qas zehmet e.”

Em ê çima koç bikin’

Bay, destnîşan kir ku mirov ji bo ku bijîn wê têbikoşin, ne hêsan e axa xwe biterikînin û biçin û got: “Mirov narevin. Ez çima koç bikin? Karê min bi xwe heye. Ez bi çandiniyê ve mijûl dibim. Ji bo ku em bijîn em hewl didin. Ji bo jînê wê kî alîkarî bike. Dewlet encax alîkariya xwe dike. Kesê ku alîkariya me bike nîn e. Bêjin ji vir derkevin wê dewlet kû nîşan bide. Cihê ku ez lê mezin bûme ev der e.”

Guneş Bay a di qadeke biçûk a ji bin kavilan de hate derxistin jî diyar kir ku gelek êşan dikişinin û di nava bêçaretiyê de ne. Bay, anî ziman ku li maleke 250 metrekarêyê bi cih nedibûn îro hewl didin di nav konekî de li ser hev bijîn.