27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Klamek Ji Bo Beko

Ferat Kevir

Vê carê ez ê hewl bidim berê we bidim filmekê ku gelekan ji we an ji bîr kiriye an jî hê haya we jê nîne. Min di nivîsa xwe ya ‘Hevnasîna Kurdan û Sînemayê’ de jî qal kiribû bê ka kurdan kengî û bi çi awayî hunera heftemîn a cîhanê (sînema) nas kiriye. Em nêzî 90 salî bi paş de çûbûn û me qala fîlma Zerê ya derhênerê ermen li çiyayê Elegezê li ser kurdan çêkiriye kiribû. Ez ê vê carê  28 sal bi paş de biçim. Ez ê dîsa berê xwe bidim çiyayê Elegezê. Mijara me dîsa kurd in lê vê carê derhênerê me jî kurd e. Ez bawerim we fîlm texmîn kir. Navê fîlma me Klamek Ji bo Beko ye. Ez baş li ser vê mijarê hûr bûm û min dît  ku di navbera fîlma Zerê  û  Klmek Ji Bo Beko de 65 sal heye û piştî 65 salan qedera sînemaya kurdî dîsa li çiyayê Elegezê vedigerê. Şert û merc an jî derfet çawa bin jî mesele ew e ku devereke weke çiyayê Elegezê bi her awayî ji dîrok çand û hunera kurdan re bûye wargeh!

Fîlm ji hêla mûzîkjenê kurd Nîzamettîn Arîç ve di sala 1992’yan de  hatiye çêkirin. Ew bi xwe him derhêneriya fîlmê kiriye him jî lîstikvanê sereke ye. Senaryoya filmê jî wî û Christina Cheiniz bi hev re nivîsandiye.

Fîlm weke li Kurdistanê derbas dibe, lê dever Ermenistan e û gundên kurd lê dijîn e.  Birayê Beko Cemal ji ber eskeriya tirkan berê xwe dide çiyayên Behdînanê. Piştî ku Cemal bi hespa xwe ji gund derdikeve eskerên tirkan bi ser gund de digirin û Beko bi xwe re dibin. Di rê de pevçûn diqewime û Beko xwe ji nav lepên eskeran xilas dike û dikeve pey şopa birayê xwe.

Fîlm  di gera Beko ya birayê xwe de rewşa kurdan û Kurdistanê ji me re rawe dike. Beko di serî de bi serê xwe bi qeçaxî  ji Bakur derbasî Rojava dibe. Dixwaze ji Rojava jî derbasî Başûr bibe. Di vir de em parçebûna axa kurdan bi awayekî zelal dibînin. Kurd ji devereke welatê xwe bi qeçaxî derbasî devereke din a welatê xwe dibin. Em dîsa dibînin ku parçebûna welat bi xwe re parçebûna malbatan jî tîne. Ji hêlekê ve endamên malbatan dixwazin vî welatî bi hev ve bikin û di encama vê tevgerê de jî malbat belav dibin. Yanî parçebûn bi xwe re belavbûnê tîne. Di serê fîlm de jî birayê Beko ji ber heman sedemê berê xwe dide çiyayan. Em ê di fîlmê de vê parçebûnê pir caran bibînin.

Beko di gera birayê xwe de tê heya zozanên Başûr. Lê di vir de asê dimîne û dibe mêvanê zomekê. Sedema asêmayîna wî jî dîsa şer e. Vê carê şer şerê Îran û Iraqê ye lê dîsea jî yên ji şer bi bandor dibin kurd in. Ji ber ku şerê her du dewletên dagirker li ser xaka Kurdistan diqewime!

Di mêvandariya Beko de em li ser çiyayan kurdên ji bajarên xwe ji ber şer derketine û xwe spartina çiyayan dibînin; jin û extiyar, pêre jî zarokên bê dê û bav mane. Parçebûna ku bi xwe re belavbûnê tîne dîsa derdikeve hemberî me. Çiya dîsa dibine dostên kurdan.

Zeyno karektereke din î sereke ya fîlmê ye. Jineke ji xwe ewle û zîrek e. Wek berpirsiyara zomê tevdigere. Di şevbihêrkan de pêşkeşiyê dike. Zeyno  di nav şert û mercên zomê de peyvirekê dide Beko û ew dike parçeyek ji zomê. Berê Beko dide zarokan.

Neh deh zarok di bin çardaxekê de dersa ziman dibînin. Piştî navberê Beko bi zarokan re tekilî datîne û wan bi taybetiyên wan dide naskirin. Her yek ji Beko re qala taybetiyên xwe dikin. Yek baş dikare strana bêje ya din çîrok, yek tevgerên jîmnastîkê dike ya din li bilûrê dixe. Lê her yek ji wan ji ber parçebûna ku belavbûn bi xwe re aniye li ser wan çiyayan li benda qedera xwe ne! Derhêner dibêje ku heger welatekî azad ê wan zarokan hebûna wê ev zarok ne li serê van çiyayan bûna. Wê li dibistanên xwe perwerdeyê bidîtana û bi van qabiliyetên xwe wê welatê xwe bi rê ve bibirana! Û wê ew welat kiribana taca cîhanê!

Zîna bêdeng di nav koma zarokan de bala Beko dikişîne. Beko dixwaze Zînê nas bike. Pêre henekan dike lê bes tramvaya Zînê di serî de rê nade henekên Beko. Zînê di bêkesiya xwe de asê maye  û hevaltiya xwe bi kûsiyekî extiyar re daniye û xwe ji jiyana rasteqîn û ew bê dê û bav hiştiye dûr xistiye. Mixabin çîroka Zînê wek karekter piştî vê filmê di gelek fîlmên din de jî bûye mijar!

Di şevbihêrkê de çend malbat biryar didin ku vegerin gundê xwe. Pîra Zeynoê biryara çûyînê ji wan re dihêle. Roja din malbat ji zozanan berê xwe didin gundê xwe. Zîna biçûk di xatirxwestinê de diçe cem Beko û doza hatina wî ya bi xwe re dike. Beko dilê Zîna dilşikestî careke din naşikêne û dide pey xwesteka wê.

Dema gundî li warê  xwe vedigerin gundê xwe wêran dibînin. Şerê ku ne yê wan e gundê wan welatê wan wêran kiriye. Gundî hewl didin gundê xwe ji nû ve deynin û jiyana xwe berdewam bikin. Beko di nav xaniyên wêran de li elamtên jiyanê digere! Piştî demekê bêhna Sêvan li çiyayan belav dibe. Dengê teyareyan li ezmanên gund olan dide. Beko bi bazdan diçê bi aliyê Zîna biçuk de. Dîmenê Helepçe yê ku bêhna Sêvan mirin lê belav kiribû tê ber çavên me. Gundiyên ku xwe ji zozanan berdabûn gundê xwe niha her yek ji wan bi bêhna Sêvan a jahrkirî di nav xerabeyê gunde xwe bê ruh dirêj kirine. Beko yek bi yek diçe ser wan. Di nav wê xerabeyê de Zîna biçûk î bê siûd dibîne.

Di dîmenê dawî ya fîlmê de Zîn li nexweşxaneyê ye û Beko hewl dide here hevdîtina wê. Wisa xuyaye ku di êrişa Helepçeyê de Zîn birîndar bûye. Vê carê parçebûna belavbûnê bi xwe re tîne derbeke mezintir li Zîn û Beko daye. Zîn birîndar e û bi Beko re bi temamî ji welat dûr xistiye. Belavbûn aniye asta Ewropayê. Erê êdî Beko dev ji her tiştî berdaye û xwe bi Zînê re spartiye hêlîneke  ewle!

Ya rastî Beko di serê fîlmê de doza çûyîna Ewropayê ji birayê xwe dike lê bes bira qebûl nake. Li zomê di suhbeteke bi pîra Zeynoyê re jî vê meseleyê vedike lê bersiv dîsa eyniye; çi bibe bila bibe ev welat yê me ye, em jê dernakevin.

Film di mijara xwe de Kurdistanê û arîşeyên wê hemûyan dihewîne. Li gor lîteratura sînemayê ev ji bo fîlmekê tiştekî qels e. Her wiha em dikarin ji çîroka filmê çar pênc fîlmên din derxin. Dibe ku derhêner xwestiye bi derbekê de bi fîlmekê her tiştî rave bike lê fîlmek tu carî têrî rawekirina rewşa Kurdistanê nake. Lê dîsa jî fîlm temaşevanan aciz nake. Di xeta xwe de baş diherike.

Lîstikvaniya Beko û yên derdora wî jî li gor dem û derfetan  serkeftî ye. Lîstikvanî û derhênerî bi hev re ne hêsan e. Bêguman baştir jî dibû lê dîsa jî  derhêner ji bin vî barî jî derketiye.

Ji bilî muzîka dema esker Beko digirin û Beko xwe ji wan xilas dike muzikên fîlmê jî serkeftî ne.

Di honandina fîlmê de hin xeletiyên bingehîn hene. Car caran Beko diçe zemanê berê û vedigere. Bikaranîna vê metodê heger hêzê nede honandinê wê demê mijarê li nav hev dixe û serê temaşevan tevlihev dike. Di çend dîmenên Zînê û Cemal de em vê rewşê dibînin.

Fîlm bi çend taybetiyên xwe hin hîmên rasteqîniya nû ya îtalî jî dihewîne. Çîroka fîlmê û dema fîlm tê re derbas dibe dema şer e. Wekî  din lîstikvan amator in û ji nav wê rastiyê hatine bi awayekî din lîstikvan bi rastî ev mijar jiyane! Fîlm bi dîmen û çîroka xwe xwestiye rastiyekê rave bike û ev taybetî jî xwe dispêre rasteqîniya nû ya îtalî.

Wek encam

Fîlma Klamek Ji Bo Beko ji bo sînemaya kurdî  fîlmeke serkeftî û girîng e. Gelek fîlmên îro bi teknîk û derfetên baş hatine  çêkirin wek vê fîlmê nabin! Lê dîsa jî fîlm di nav atmosfera sînemaya kurdî de kêm tê naskirin û heqê fîlm nayê dayîn. Kurd li curbicur deverên Kurdistanê festîvalên girîng li dar dixin lê mixabin fîlmê nakin bernameya xwe û nadin nasîn û temaşekirin.

Ya girîntir ew e ku fîlm ji bo destpêka sînemaya kurdî bingeh e. Heger em xetekê  ji bo  dîroka sînemaya kurdî diyar bikin li gor min fîlma  Zerê wek pêşîn derdikeve pêşiya me. Piştî fîlma Zerê Yilmaz Guney tê. Wek destpêka nû yan jî salên dawî yekem fîlma bi her awayî sînemaya kurdî temsîl dike filma  Klamek Ji Bo Beko ye.