26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK: Li ser kurdan planên jenosîdê dane destpêkirin

Duh li navçeya Meram a Konyayê komeke nijadperestan êrîşî malbateke kurd kirin. Komê ji heman malbatê 7 kes kuştin. Piştî bûyerê agir berdan xanî û şewitandin. Hat zanîn ku ev malbat di 12’ê gulanê de jî dîsa ji aliyê van kesan ve rastî êrîşan hatiye. Ev kes hatine girtin û dîsa hatine berdan.

Têkildarî Komkujiya Konyayê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)  daxuyaniyek da û diyar kir ku planên jenosîdê li ser kurdan dane destpêkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Duh êvarî li bajarê Konyayê li navçeya Meramê, nijadperestên tirk êrîşî malbateke kurd kirin, 7 kes qetilkirin û xanî jî şewitandin. Êrîşa li ser vê malbatê ne nû ye, di 12’ê gulana de komekî nijadperestên tirk ku hejmara wan ji 60 kesan zêdetir bû, êrîşî heman malbatê kiribûn, endamên malbatê birîndar kiribûn û gefên kuştinê li wan xwaribûn.

Tiştê ku li Konyayê çêbû tiştekî ji rêzê nîne. Wehşet e û komkujî ye. Ev demek e li metropolên Tirkiyeyê (Îzmîr, Enqere, Konya, Afyon, Eskîşehîr, Manîsa, Antalya hwd.) êrîşên bi vî rengî li dijî kurdan pêk tên. Heta niha gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn. Ev êrîşkar ne tenê bi serê xwe ne. Ev êrîş ji aliyê dewleta tirk ve, ji aliyê hikûmeta AKP-MHP-Ergenekonê ve têne organîzekirin. Êrîşkar jî ji aliyê wan ve têne parastin. Armanca van êrîş û êrîşkaran ew e ku bi vî rengî kurdan bitirsînin, bê rêxistin bihêlin, teslîm bigirin û tune bikin. Dewleta tirk di vî warî de xwedî tecrûbe ye. Di dawiya sedsala 19’an û destpêka sedsala 20’î de heman tişt anîn serê gelê ermen û yewnanan jî. Êrîşên li ser wan jî bi vî rengî dest pê kir û paşê jî qir kirin (Jenosid). Planê dewleta tirk yê li ser kurdan jî ew e.

Gelê me di bin êrîşek tunekirinê de ye, em di bin tehdît û xeteriya qirkirinê de ne. Divê ev rastî bê dîtin û divê em gorî vê rastiyê tevbigerin. Li hember van êrîş û êrîşkaran divê kesek paş ve gav neavêje, divê bi awayekî rêxistinkirî parastina cewherî bê pêşxistin. Taybetî kurdên li metropolên Tirkiyeyê divê xwe baştir rêxistin bikin û xwe bi rêxistinî biparêzên.

Bi vê munasebetê; em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku li hember vê wehşetê bêdeng nemînin, xwe rêxistin bikin, di nava tevgera azadiyê de cihê xwe bigirin, dijî êrîşkaran rawestin û xwedî li mexdûran derkevin. Dijmin çi bike bila bike, em heq in û li ser rêya heqiyê ne û em ê serbikevin.

Her wiha em bang li raya giştî ya cîhanê, hêzên demokratîk û mirovparêz dikin ku wehşeta dewleta tirk bibînin û piştgiriya tekoşîna azadiya gelê kurd bikin.

Di heman demê de em carek din êrîş û wehşeta nijadperestên tirk şermezar dikin, kesên jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”