Monday, September 27, 2021

Zimanê jinan, otoasîmîlasyon û otomêrzayî

Gulgeş Deryaspî

Derdê zimanên ku di bin bandora kolonyalîzmê de mane û ‘jinbûniya parçebûyî’ yek e. Ji bo belavbûn û bêqîmetbûniya jinê kronolîjiyeke dîrokî heye, sedem û destpêk hatine vegotin, lê gelek pirs, rexne û vajîgotinên vê mijarê jî hene. Mîtos û logosên li ser vê mijarê têra zelalkirina mijarê nake.Yanî wekî her dîrokê, dîroka têkçûyîna jinbûniyê jî tevlihev e. Lê bi ya min jî êdî hewce nake em dîrokê bikolin, bikolin û bizivirin dîsa bikolin. Çareserî çi ye em li pey wê bigerin. Belê kronolojî sedema encamek girîng e lê çareserî êdî giringtir e. Ferdînand de Saussure ji bo zanîn û hînbûyîna zimanekî nû dibeje ‘ji bo ku kesek bikaribe leyîstika kişikê bilîze, hewce nake dîroka kişikê bizanibe.’ Yanî dema kurdek bixwaze hînê zimanê almanî bibe hewce nake pêşî dîroka ziman û pêvajoyên ku ziman tê re derbas bûne hîn bibe. Axaftinê hîn bibe bes e. Ev jî nêrînek e û derbasî hemû dîsîplînan bûye û hin kesan vê bi pêş xistine û teoriya postbinyadgeriyê derketiye holê.

Jineke li gundekî, ku qet haya wê ji paşeroj û pêşeroja jiyanê tune be jî bi pirsgirekên xwe dizane. Ji malbat û koka xwe cihê dibe, kutana fîzîkî dibîne, dijûn li dê û bavê wê tên kirin, ji mal û milk bê par dimîne. Kîjan zindî van xirapiyên ku min di hevoka beriya vê hevokê de hejmart baş, birûmet, biqîmet û wek madalyayekê dibîne?

Marek bê birîndarkirin, heya heyfa xwe nestîne nasekine. Jin çima bi pirsgirêk û çareseriyên xwe nizane? Kîjan jin e kutan dixwe û dibêje ‘elhemdulîllah, çi xweş e. Vî hestiyê jî bişkîne, bila ev diran jî biçe, dijminên xirabtir li diya min bike… Pirsgirekên jina îro êdî ev nînin rast e, êdî kuştin û mirin e. Gelek jin hene ku êdî di asteke pirsgireka jinbûniyê ya jortir de ne û dibêjin ‘êdî kîjan jin kutanê dixwe? Dema kutanê xilas bû, qediya’. Nexêr heya jin û mêr hînê jiyaneke hevpar nebin, jiyanê bi hev re ava nekin, gotin û çîrokên xwe neguherînin, dê di qedera her mêrî de kujerî, di ya jinê de jî kuştin ranebe.

Pirsgirêka pela femînîzmê ya yekem li ser siyasetê (hemwelatîbûniyê) ava dibe, ya duyem (1960) li ser aboriyê û rolên zayendan (karên belaş ên nav malê, zayenda serdest û bindest û hwd.), a sêyem gavek pêşdetir diçe û hevrengiyê (queer) diparêze. Jineolojî jî asteke nû û destpêkeke nû ye ku em dikarin bibêjin postqueer an jî postpostmodern jî… Ev meş ji Îngilistanê (1972) dest pê dike heya îro ku li hemû cîhanê belav bûye. Helbet aniha jî li Îngilistanê jinên ku ji aliyê mafên xwe ve di asta pela yekemîn de ne jî hene, li Kobanê jinên ku di asta postqueerê (jîneolojî) de ne jî…

Yek ji wan jinên ku serê xwe li ser vê pirsgirêkê êşandiye Sîmone de Beauvoîr e. Di bin bandora felsefeya heyînê de rêyeke nû (postmodern) li jinê vedike û dibêje ‘jin nayê cîhanê, jin tê avakirin’. Him bi aliyê başî û him jî bi aliyê xirabiyê ve her tişt ji nû ve tê guherandin û avakirin. Rola jin û mêrê jî wisa ye. Tu tiştek nîne ku nayê guherandin û teqez e. Em pêşî li qedera jinê ya ku dikare bê guhertin binêrin ku çawa ye û paşê vegerine ser ziman û mînaniyên navbera jin û ziman.

Di xwezaya jinê de dayîn heye. Şîr dide. Afirandin heye. Ji bo zarokan aş bike çîrokan diafirîne. Zayîn heye, insanan tîne jiyanê. Nerm e. Ji bo dergûşê sîng û pêsîrên jinê bi konfor e û mêr kevir be jin ax e. Yanî hem bi aliyê fîzîkî û him jî bi aliyê xwezayî ji mêr nermtir e, bêhnfirehtir û bexşendetir e. Erd û axa însan e jin, cihparastin e, yanî cihê ku em xwe dispêrinê. Bila wek propagandaya jinê neyê famkirin lewra li jiyanê her giyanewarek wesfên wê/î û rolekî wê/î yê jiyanê heye û her yek li gorî qedera xwe tevdigere. Helbet di nav vê kategoriyê de mêr û wesfên mêrê jî heye. Lê mijara me ne mêr e. Belê çivîk difire, mar dikaşe, masî soberiyan dike. Jin tîne dinê, xwedî dike, hez dike, qîmet dide, derman dike, star dike. Bila qedera ku me gotî rasterast wek qedera ku em dizanin neyê famkirin. Qedera masiyê di bin avê de ye, ger ji wê derkeve jiyana wê bi dawî dibe. Lê ger masiyek mezintir wê bixwe ev ne qeder e, xweneparastin e. Hatina me ya vê jiyanê, zayend, dê û bavê me tev qeder e. Çimkî em nizanin ka me ev bijart an na. Yanî dervayî tercîha me ye an na em nizanin. Lê bindestbûna jinê qeder nîne, him tercîh e, him darê zorê ye. Darê zorê ya ku bi destê însan tê kirin nabe qeder dibe zilm û zordarî. Çimkî jin kutan nexwe jî dikare bijî, ji nav çar dîwaran derkeve jî dikare bijî, bê mêr jî dikare bijî, lê nikare çil roj bê xwarin û av bijî. Yanê pîvanê qedera wê û mêrê yek e. Serdestiyek, bindestiyek di navbera qedera wan de tune ye. Wê demê çima yek serdest e û yek bindest e? Gelo Sîmon de Beauvoir rast dibêje? Em bi çîrok û logosan yanî bi gotin û çîrokan zarokên xwe dixapînin û qederekî sexte ava dikin?

Peyva ‘zimanê’ di morfolojiya kurdî de nêrza jî be dîsa ji aliyê gelek pîvanan ve dişibe mêzayê. Ziman ji jinê nayê cudakirin lewra ziman bi xwe ji aliyê jinê ve tê hînkirin, em ji jinekê hînî ziman dibin, bi ziman ve jiyanê nas dikin. Ziman jî dewlemendekî wek dê ye ku her dem dide, xwe bi xwe dizê, nû dibe, diafire, pirceleb e, li hemberî jiyanê bersiv e, di nav xwe de pergalekî bêdawî ye.

Dîsa ziman jî wek jinê nerm e û cihê herî bi konfor wek pêsîrê jinê zimanê zikmakî ye. Nermbûnê em dikarin bi du awayan binirxînin: Yek, bi konfor e, em her dem xwe dispêrin zimanê zikmakî û dudu wek hevîrê nan bi her aliyî ve diçe, dişemite, dilîze, fire dibe, teng dibe lê tu carî hişk nabe. Yanî wek ku di nav gramera kurdî de hatiye bikaranîn nêrza nîne. Hişk nabe ziman, qut nabe, asê namîne, wek avê diherike diçe, mîna jinê dide û hey dide. Lê çima nêrza ye?

Jin jî zimanê kurdî jî qedera wan bi destê zaliman ve hatiye avakirin û em îro hewl didin ku jinên otomêrza bûne û kurdên ku otoasîmîle bûne pê haydar bikin. Em ew kes in ku him jin in û him jî kurd in. Tirk ji kurdan, mêr ji jinan pirs dikin dibêjin ka ‘hûn çi dixwazin’. Û dema vê dipirsin bi gotina xwe bersivê jî ava dikin. Yanê dibêjin ku bersiveke rast nedin, heya ji destê we tê tiştên beredayî bibêjin û xwe bi xwe pûç bikin. Lê ger hûn rastiyê bixwazin: Di wir de çavtirsandineke veşartî heye ku him jin, him jî kurd dizanin dê encam çi be.
A baş û a rast em jin jî kurd jî tu tiştî ji tu kesî naxwazin. Çima ku em çavbirçî nînin û çavê me li mal û milkê kesî nîne. Yanî em zimanê tirkî û hêza mêran naxwazin. Em xwe nas dikin, jinbûnî çiye dizanin, qîmeta zimanî dizanin û li gorî van pîvanan dijîn. Ger em xwe bi xwe, yanî bi xwe re, bi zimanê xwe biaxivin û dîsa zimanekî mêzatiyê ava bikin, rolên zaliman ku dane me em neleyzin, ji xwe em dê mafê xwe bi dest bixin. Û her tişt ji nav malê dest pê dike. Ger em pêşî bi xwe re paşê bi xwişk û birayên xwe re bi zimanê xwe bipeyvin pirsgirek namîne. An jî di nav mal û malbatê de dema jinek dinê bê lenetkirin em qayîl nebin dê biguhere, her tişt dê wê demê biguhere. Yanî bila tu jinek li derve li neyarê xwe negere. Neyarê her jinekê an bavê wê an birayê wê an hevserê wê ye. Di nav dîrokê de jinên ku hatine kuştin ji aliyê bav, bira, kur û hevserên xwe ve hatine kuştin. Û ji bo sedemên ving û vala û beredayî. Dema ez dibêjim neyar bila wisa neyê famkirin ku em mêr wek neyar dibînin, berovajiyê vê mêr û kolonyalîstê zimanê kurdî em wek neyar dibînin û hebûna xwe li ser tunebûna me ava dikin.

Pêwîst e em rola xwe ji binî ve bifikirin, binirxînin û nehêlin ku êdî mêrên ku bi hezaran sal in rolê xwedatiyê para wan ketiye biaxivin, fikra xwe bibêjin. Wan fikra xwe zû de gotiye. Hobbes, Platon, Arîsto, Konfîçyus, Kant, Mewlana, Gazalî, Freud û hwd li şûna wan axivîne. Ji ber wê êdî dema axaftina Hobbeswarî, Platowarî, Arîstowarî, Konfîçyuswarî, Kantwarî, Mewlanawarî, Freudwarî, Gazalîwarî û hwd. hatiye.
Çareserî ji nû ve xweavakirin e. Kolonyalîstan zimanê me qedexe kirine û li ser zimanê xwe xebitîne, kolonyalîsta bavkanî jiyan li jinê qedexe kiriye û jiyana ku para jinê ketiye, diyariyê mêrê kiriye. Belê bi kurt û kurmancî pirsgirêk ev e. Ger jin tev bi hev re jiyaneke nû ava bikin dê kolonyalîst bikaribin bikin? Di qad û dîsîplînên cûr bi cûr de, jin di asta zanîneke nû de kar û xebatan dikin, diafirînin, yanî wek ku ji nû ve hatibin jiyanê û çi pêwîst be wî dikin. Dikarin bikin. Hêza jinê heye. Kar û barên pergala kolonyalîzmê ji wan re, jin bila ji nû ve jiyanek nû, mîtoseke nû, logoseke nû, edebiyateke nû, felsefeyeke nû, zanisteke nû, bihevrebûneke nû, civaknasiyeke nû, derûniyeke nû, karê fenî û tibiyeke nû ava bike. Wek ku qet dîrokeke kolonyalîst tune be, mêr tune be. Dikare. Her jinek di qada disîplîna xwe de xwediyê vê hişmendiya jineolojiyê be çima nikare?

Di heman demê de, heman derman ji bo pişaftin û otopişaftina zimanî jî çêdibe. Mamosteyên me bi kurdî, bijîşkên me bi kurdî, pisporên di her qadên zanistan de ger bi kurdî biaxive dibe parçeyeke çareseriyê û barê giran li ser pişta zimanzan û wêjevanan de ye. Pêwîst e xebatên pirtûkî pir zêde bibin. Pir zêde roman, pir zêde helbest, pir zêde pirtûkên lêkolînê, ên dîrokî, derûniyê, erdnîgariyê, civaknasî û zanistên dinê hebin. Yanî bi kurt û kurmancî fîlmeke nû lazim e. Di wan filman de ku heya niha kolonyalîstan amade kiribûn, sergovend mêr û kolonyalîst bûn, her tişt di xizmeta wan de bûn, dikuştin, ser jê dikirin, diavêtin. Pêwîst e ev fîlma pênc hezar sal e berdewam dike biçe poxanê û fîlmekî ku qet ne mînanî fîlmê kolonyalîstan bê nivîsandin. Zemîna fîlmê li ser azadiyê an jî êdî peyvên nû lazim in. Yanî çîrok û gotinên nû.
Pêwîst e em di van her du mijaran de jî bi xwe re şer bikin. Em rûnin ji xwe re çîrokan bibêjin, qala dîrokê bikin, jiyanê binirxînin. Lê di vir de mijar ne hînbûna dîrok û nirxandinê ye, devjêbernedana zimanê zikmakî ye. Rakirina otoasîmîlasyonê ye.

Û dîsa ez hebûn û jiyana jinê pir pîroz dibînim ger heya bi aliyê fîzîkî ve zerarê nede giyanewaran, azadiya zindiyekî asteng neke (helbet xweparastin ne tê de, ew mafê her giyanewarê ye) çi dike bi kêfa xwe ye. Êdî wextê jiyîna bi dilê wê hatiye, otomêrbûniyê em dê vegerînin xwebûnê. Em ê otoxirabbûnê jî şîfa bikin, xwe nas bikin, zimanê xwe nas bikin û romana xwe ji nû ve binivîsin.