6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Koçberbûna qerebaxiyan a ber bi Ermenistanê ve didome

Koçberbûna qerebaxiyan a ber bi Ermenistanê ve berdewam dike û hejmara qerebaxiyên ji warê xwe koç bûn bi seriye 40 hezarî ket.

Azerbeycanê hefteya borî li ser sorkirina Tirkiyeyê li dijî Qerebaxê operasyonek dabû destpêkirin. Li ser mudaxaleya hêzên navneteweyî di navbera Azerbeycanê û hêzên Qerebaxê de agirbest hat îlankirin û hevdîtin hatin destpêkirin. Lê ji ber ku ermenên li Qerebaxê ji rayedarên Azerbeycanê bawer nabin bi xofaka di qirkirinê de bên derbaskirin koçî Ermenistanê dibin.

Koça ermenên Qerebaxê ya ber bi Ermenistanê didome û li gorî daxuyaniyên rayedarên Ermenistanê heta niha 42 hezar û 500 penaber ji Qerebaxê gihîştinê Ermenistanê. Her wiha hikûmeta Azerbaycanê jî ragihand ku roja yekşemê rêya yekane ku mirov dikare tê re biçin Ermenistanê vekiriye.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, hefteya borî da xuyakirin ku ew xwe amade dikin ku pêşwaziya 40 hezar penaberan dikin. Lê tê gotin ku 120 hezar kesên li Qerebaxê ne, dixwazin koç bikin. Bi ya ermenan tu ewlehiya wan a jiyanî nîn e li Qerebaxê ku daxilê Azerbaycanê hatiye kirin.

Li aliyê din rayedarên herêmî dibêjin tiştekê ermenên li herêmê xwe pê bikarin biparêzin nîne û bertek nîşan didin ku çima hêzên navneteweyî dengê xwe nakin.