27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kolber bi kuştinê re rû bi rû ne

Kolberî wekî rewşeke hebûnê ye ji bo kurdan. Gelek xalên veşartî û nepen şênber dike. Sînorên çar dewletan ên li ser axa Kurdistanê sînorên muxayyel in. Tenê di hişê serdestan de ev sînor hene. Lê ji bo kurdan sînor rê ne, rêyên ji bo gihiştina civaka xwe ya li walî mayî.

Li seranserî van sînorên muxayyel ên serdestan, kurd di nav rewşa hebûn û tunebûnê de dijîn. Jê re çi bê gotin; qaçaxçî, kolber, hilgir an jî kesibkar, bira bê gotin lê ew kurd in û ji ber vê yekê tên kuştin. Li ser sînorên hemî dewletan ev kar û kiryarên qaçaxçîtiyê tên kirin û heta radeyekê jî di bin çavdêriya dewlatan de ev kar tên meşandin. Lê dema mesele dibe kurd çavdêrî vediguhere çavsoriyê.

Kolber ji bo debara xwe bikin, barên giran ên têkberan didin pişta xwe û ji sînorekê derbasî sînorekî din dikin. Têkber û kel û pelên wekî; cixare, tekerên erebeyan, televizyon, çay û hwd. hildigirin û rêya zehmetkêş derbas dikin. 

Rejîma Îranê û dewleta tirk kolberan dikuje lê ne ji ber ku kolber qaçaxçîtiyê dikin; ji ber ku kolber ji wan sînorên muxayel derbas dikin û xwe digihînin warê xwe, ji ber ku sînorên serdestan tên binpêkirin ew tên kuştin.

Kolber ji ber neçariyê vî karî dikin

Kolber çima vî karî dikin? Ji ber bêkariyê û debarkirinê neçar in ku kolberiyê bikin. Di nav pergala dewletên wekî  Îran û Tirkiyeyê de kurd bi awayekî bêkar tên hiştin û aboriya heyî ne ji bo wan e. Digel ku rejîmên her du dewletan behsa aboriyeke baş dikin jî gelê kurd û nexasim gelê ku li devera sînor dijîn bi tu awayî ji vê aboriyê sûd wernagirin. Ji ber vê yekê kurdên ku li nêzî sînor dijîn neçarî kolberî û qaçaxçîtiyê dibin.

Pasdar û leşkerên tirk kolberan dikujin.

Pasdar û leşker ji bo kolberan kêmîn datînin, û gelek caran jî dest datînin ser kel û pelên wan. Kolberên ku di navbera leşkerên tirk û pasdarên îranî de dimînin tên kuştin, birîndarkirin. Di nav şert û mercên siruştî yên çetin de gelek caran rastî afatan tên û dimirin. Kolberên kurd rexmî renî û lehiyê, sir û seqemê  vî karî dikin û heke ji ber van afatan nemirin jî dest û lingên wan ên sirêbirî tên jêkirin û nivîşkan dimînin. Carinan jî dema ji leşker û pasdaran direvin ji gelî û çiyanan dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Mayîn û lexemên ku li ser  sînoran hatine bicihkirin jî dibin sedema mirina kolberan. Kolberî ne karê mêran tenê ye, lê belê jin û zarok jî bi vî karî re mijûl in. Gelek jin û zarok jî ji ber debara mala xwe kolberiyê dikin û rastî zehmetiyên tundtir tên. Kolber bi piranî ji parêzgehên rojhilata Kurdistanê ne û li ser rêya kolberiyê rastî zemetiyan tên.

Her sal kuştina kolberan zêdetir dibe

Li gorî daneyan 120 hezar kes karê kolberiyê dikin. Her wiha li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di sala 2020’î de 240 heb kolber û esnafên xwecih hatine kuştin. Her wiha li gorî daneyan rêjeya kuştinan di sala 2020’î de ji sala 2019’an zêdetir bûne. Li gorî daneyên ku HENGAWê dane kuştin herî zêde ji ber pasdar û leşkeran çêdibin.

Daneyên ku HENGAWê ji bo sala 2021’ê parve kirine jî wiha ne:

Kanûna Paşîn/Çile: 7 kolber hatin kuştin, 8 kolber birîndar bûn.

Sibat: 7 kolber hatin kuştin, 9 heb birîndar bûn.

Adar: 3 kolber hatin kuştin, 12 kolber birîndar bûn.

 Li gorî daneyên HENGAWê herî dawî di 25ê nîsanê de (duh) pasdaran gule reşandine ser kolberan û 5 kes birîndar bûne û her wiha ji 30 kolberên din ên li wir agahî nayê wergirtin.