2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kolonîzekirina têkiliyên zayendî

Lêkolînên der barê gelên niştecih ên taybetî li parzemîna Amerîkayê dijîn didin diyarkirin ku di nav van gelan de beriya kolonyalizmê û belavkirina bi darê zorê ya xiristiyaniyê cihêrengiya zayendî tişteki xwezahî bû. Bi hatina ewropiyan û dagirkirina cih û warên gelên niştecihî ne tenê li ser hebûna wan a fîzîkî, di heman demê de li ser awayên jiyana wan û têgihiştinên wan jî qirkirineke kûr û piralî hat çêkirin.

Yek ji polîtîkayeke sereke ya bîrdoziya kolonyalîzmê ew e ku bi-xwe-baweriya kes/gelên ku kolonîze dike, bi wan dide windakirin, wan ji wan dûr dixîne. Hin kes vê windakirinê bi derketina ji mirovahiyê, ji xwezayê pênase dikin. Ango mirov ji mirovbûnê, xweza ji xwezabûnê û di mînaka jinan de jin ji jinbûnê derdikeve, dûr dikeve. Tenê bedeneke ji goşt, çerm û hestî; bêrih û bêhiş li wir dimîne.

Lê mêtingerî wek helwesteke ku pisporiya xwe li ser pênasekirina ‘ya din’ dike, ev beden û xwezaya ku ji wateya wê vala dike, bi penaseyên xwe ji nû ve dagir dike. Êdî mirovên ku bi mêtingeriyê tên dagirkirin, ji nirx û kevneşopiyên xwe yên bi hezaran salan dûr dikevin, dibin biyaniyên beden û welatên xwe.  Di mînaka gelên Abya Yalayê (Abya Yala: di zimanê hin gelên niştecih de navê pêş-kolonyal a Amerikayê ye) û zayendên cuda de jî xwe-biyanîkirin bi heman nêzikatiyê hatiye meşandin. Gelê niştecih ên ku hîn îro jî di nav sînorên Brezîlyayê de dijîn û xwe wek gelê Tupî bi nav dikin, dema li dîroka xwe vedigerin, dibînin ku heta hatina ewropiyan di nav civakên wan de dualîteya (binarity) zayendan nîn bû ye.

Heta ji bilî peyvên ji bo zayendên jin û mêr ji bo kesên xwe li derveyî van pênase dikin, pênaseyên cûr be cûr hebûn. Bi ketina kolonyalistan û pêşxistina xiristiyaniyê li ser axa wan, ev awayê civakbûnê wekî bêexlaqî û xerabî hatiye mehkûmkirin; heta kesên xwediyê zayendên cuda ne, bi vê tawanbariyê hatine şewitandin. Ecêb e ku mêtinger di awayên qirkirin/kuştinên xwe de jî ji sîstematîka hovitiya xwe texsîr nakin.

Ev qirkirin bi şewitandinê sînorkirî namîne. Di hişmendiya niştecihan de ji-xwe-dûrbûneke bingehîn ava dike, ku êdî niştecih bi xwe ji vê awayê civakbûna xwe fedî dike, derî xwe dibine, tawanbar dike û înkar dike.

Bi bandora sedan salan a kolonyalîzmê niha di nav gelên niştecih de jî zayendên cuda, têkiliyên derveyî zayendên jin û mêr nayên pejirandin. Lê di vê pêvajoya kolonîzekirina hişmendiyê de qonaxeke seyemîn jî heye ku ez dixwazim vê qonaxê di mînaka civaka kurd de jî dûre şîrove bikim.

Gelê Tupî bi pêvajoya kolonyalîzmê, em dikarin vê yekê bi postkolonyalîzmê ve jî girê bidin ku mêtingerî digihêje asteke nû û serwerên herêmî ji xwe re wekîl tayin dike. Êdî hebûna zayendên cuda ji derveyî redkirinê wekî nexweşiyeke rojavayî, ku ji hela kolonyalîstan ve hatiye pêşxistin, pênase dikin. Ango ji xeynî ji nirxên xwe dûrketinê hişmendiyek çeprastkirî derdikeve pêşberî me.

Nirxên xwecihî ku tên reşkirin vê carê bi mêtingeran ve tên girêdan. Kesê kolonîzekirî di kodên zihnî de, mêtinger wek kesê tiştê xerab aniye, pênase dike û girêdayî vê nirxên xwe yên ji xwe dûr xistiye, li mêtingeran bar dike. Vê yekê dîsa bi rê û rêbazên mêtinger dike, lê hay jê nîn e. Yên xwe dihêle, hişk bi nirxên kolonyalistan digire; ji wî wêdetir ên wî ne.

Em werin ser mînaka civaka kurd, ev yek herî zêde dema serdest pesnê oldariya kurdan û muhafazakariya wan didin, xwe dide der. Pirî caran taybetî serdestên tirk  ‘biratiya’ bi kurdan li ser qaşo oldarbûna wan şîrove dikin. Taybetî di dema hilbijartinan de kurdên nasnameya olî pêş de dibînin, dibin bazara partiyên rastgir û muhafazakar.

Dîroka îslamiyetê li Kurdistanê, belavbûna wê û berê berê windabûn û tunekirina ol û baweriyên kurdistanî ne dîrokeke veşartiye. Kêm zêde lêkolîn jî tê çêkirin. Heta li gorî Erdogan jî kurdên gorî wî ne “birayên oldar” in, “efû bikin, Zerdeştî ne”. Her çiqas mebesta wî piçûkxistina bawerî û nirxên kurdan be jî di bin vê gotinê de ew polîtîkaya mêtinger a li jor hat şîrovekirin heye. Lê kurd bi xwe li vê rastiyê çawa dinêrin mijara nîqaşê ye.

Beyî ku ez ji mijara nivîsê dûr bikevim, ker û kor jî dizanin ku di nav civaka kurdan de rola olî, taybetî jî ya îslamê bi polîtikayên mêtinger ên dewletan ve pêş ketiye.

Îslamîzekirina Kurdistanê bi zanebûn û bi sistematîk hin jî wek têşeyeke kolonyalîzmê tê pêşxistin. Ji ber ku mijara nivîsê têkiliyên zayendî ye, ez ê li vê derdorê bimînim.

Em nizanin berî îslamiyetê, an jî berî kolonîzekirina kurdan li ser vê axê zayendên cuda û têkiliyên wan çawa dihatin dîtin. Lê ez bawer dikim, em hin kevneşopî û çîrokên devkî binerin, ew ê bê dîtin ku li cem me jî ev ciherengî xuya bûye; lê ji kengî ve û çawa hatiye tawanbarkirin, hêjayî lêkolînê ye. Tişta ku em dizanin, di têkiliyên navbera jin û mêran -li ser vê yekê huner, henek, gotin kirin- û aşkerakirin heta demeke nêz jî tiştên wek tabû, eyb, xerabî, şaşitî nedihatin dîtin.

Hemû stran û kilamên kurdî vê yekê piştrast dikin. Lê îro di bin navê muhafazakarî û oldariyê de û bi taybetî jî li ser bedena jinê bêtehemuliyeke derketiye. Û ev yek qaşo bi kurdbûnê ve tê girêdan. Pirî caran kal û pîrên me xwe hişk bi oldariyê ve girê didin û tiştên derî vê bi rojavayîbûn û tirkbûnê ve girê didin. Ew jî dikevin heman xapê.

Halbukî ew bi xwe jî dizanin “taximê sing û berê min keçikê ji delalê dile min re / mîna porteqalekê ji porteqalê yafê ye” ji sedî sed kurdî ye.