spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Dicle û Firatê serdana Xwebûnê kir

Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê îro hatin serdana Xwebûnê. Bi boneya salvegera duyemîn a rojnameya Xwebûnê DFG hatin serdana me. Di nava heyeta ku hatin serdana rojnameyê de Heserokên DFG’ê Serdar Altan û Dicle Muftuoglu tevî çend rêveber û endamên komeleyê serdana rojnameyê kirin.

Serdar Altan li ser navê heyetê axivî û di axaftina xwe de behsa girîngiya rojnamegerî û karê rojamegeriya kurdî kir. Altan di axaftina xwe de li ser zor û zehmetiyên karê rojnamegeriya kurdî rawestiya û rojnameya Xwebûnê ji bo salvegera wê ya duyemîn pîroz kir û hêviya serkeftinê ji kar û xebatên wê re xwest.

Rojnameger û rêveberên Xwebûnê jî spasiya komeleya DFG’ê kir û wekî diyarî seteke ku ji hemû hejmarên rojnameyê pêk tê, diyarî heyetê kir.

Wekî tê zanîn rojnameya Xwebûnê di 21/12/ 2019 dest bi weşanê kir, 2 sal îi pey xwe hişt û îro dikeve sala xwe ya sêyemîn de.