6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata 100 saliya Lozanê: Divê sûd ji derfetan were girtin

Panelîstên di Komxebata 100 saliya Lozanê de bal kişandin ser wê yekê ku çawa bikarin piştî sed salî sûdê ji derfetên derdikevin li qada navnetewî bigirin û sûd ji wan derfetan werbigirin

Li Hola Emnesûreke bi pêşengtiya Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Başûr bi dirûşma ‘Di 100 Saliya Lozanê de, Kurd bi hev re jiyanê li Rojhilata Navîn dike çareserî’ bi tevlîbûna kesayetên siyasî û rewşenbîran dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê KNK’ê Cigirê Hevserokê KNK’ê peyamek da û got: “Armanca KNK’ ji avakirinê ew e ku yekrêziyek nava partiyan ava bike, bibe sêwanek ji bo gelê kurd. Berjewendiyên gel, xak û netewî xeta sor a hemû partiyan be. Dema me ev yek kir em dikarin serketinê bi dest bixin. Şûna em dest bidin dijmin ku xaka me dagir bikin, em dest bidin destê hev û li dijî dijmin rabin.”

Babetên ku hatin nirxandin

Kardo Mihemed: Peyman çarenûsa gelan diyar dike. Dema em temaşeyî Peymana Lozanê bikin, berjewendî hişt ku siberoka gel têk biçe. Divê em derfetan ji dest nedin. 32 sal in desthilata me heye, me çi kiriye ku ji bo gelê Kurd stratejiyek baş bi dest bixe. Me ev nekir. Me sûd ji derfetên navnetewî negirt. Di têkoşîna gelê Kurd de jin çûn ser dika dîrokî ku bû hêviya gelan, me sûd bi qasî pêwîst jê negirt. Ewqas me berdêl da me encam zêde negirt. Pêwîstiya me li başûr bi sîstemeke xurt ya rast heye. Divê em li ser stratejiya neteweyî bisekinin.

Bilêse Cebar Ferhan: Li vir pirsa her girîng ew e ku gelo Peymana Lozan dawî bibe yan na? A rast di peymana Lozanê de ti made nîne ku tê de bê nivîsîn ku bê hilweşandin. Eger hilweşe divê çi bikin? Tirkiye niha û berî sedsal ji hev cuda ye. Li gorî desthilata niha ya Tirkiye dawî li dema Ataturk hatiye, li gorî Tirkiye Lozan ji bo wan zerer bû, sînorê wê kêm kiriye. Ji bo vê divê Tirkiye çi bike. Ji bo hinek made û peymanên din derfet dide hinek xal bê guherîn. Herêma xwe zêde bike û desthilata xwe zêde bike. Du bendên Lozanê dihêle ku Tirkiye sûdê jê bigre, bi vê yekê xaka rojava dagir kiriye. Em dizanin li vir guherîn bikin, a li Hatayê kirî dubare bike. Vê yekê bi referandûm û parlementoyê bike. Bi vî rengî dikare Mûsilê dikare dagir bike û heman demê gelek deverên başûr dagir kiriye.

Nûnerê PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal: Dema qala gelê kurd bikin, divê qala çar dewletan bikin. Li başûr sîstema federal û dîsa xweseriya li rojava dikare bibe sûdek baş ji bo qada navnetewî encam bigre. Ezmûna rojava dikare dawî li krîzên Rojhilata navîn bîne. Kurd niha li her çar parçeyan xebatê dike ji bo parastina mafê xwe û piştre piştevanî bide hev ji bo Kurdistana mezin.