7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komxebata Sûriyeyê li Reqayê dest pê kir

Bi pêşengtiya PYD'ê, Komxebata Sûriyeyê ya 2’yemîn bi dirûşma "Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurd û Ereban li gorî felsefeya serokê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêş dikeve" li Reqayê dest pê bû

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li salona ′Erd El Seîde′ ya li Reqayê bi sernavê ′Stratejiya dîrokî ya têkiliyên Kurd û Ereban li gorî felsefeya serokê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêş dikeve′ Komxebeta 2′yemîn a Sûriyeyî dest pê bû.

Di komxebatê de endamên PYD′ê yên Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê, Hevserokê PYD′ê Salih Muslim, endamên Partiya Sûriyeya Paşerojê, Partiya Mihafizekaran, Partiya Civakî ya Nîştimanî ya Sûriyeyê, hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê û Meclisa Jinan a Sûriyeyê, amade bûn.

Her wiha Hevseroka Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, gelek siyasetmedarên jin û siyasetmedarên serbixwe ji nava Sûriyeyê, şêx û rûspiyên eşîrên Dêrezor, Minbic, Reqa, Tebqa û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Di komxebatê de Hevserokê PYD′ê Salih Mislim li ser sedemên lidarxistina komxebatê û giringiya wê axivî û wiha got: “Pêdiviya me bi zelalbûn û eşkerebûnê heye. Mijara komxebatê jî bi awayekê taybet li ser zextên desthilatê û têkiliyên stratejîk e.”

Mislim wiha domand: “Rojhilata Navîn 400 salan di bin dagirkeriya Osmaniyan de bû, dema netewe-dewlet hate avakirin, mêtingeriya Fransî, Brîtanî, ji bo derbeyan li împaratoriya Osmaniyan bixin, bi kar anî û dewleta –netewe ya tirk û Faris ava kir. Lê wan erdnîgariya kurdan parçe bi parçe kir û xist bin kontrola van netewe dewletên ku ava kirin.”

Mislim wiha dewam kir: “Ya herî giring, divê em li çawaniya bipêşketinê binihêrin. Em hemû di avakirina stratejiya têkiliyên Kurd û Ereban de cih digirin. Ji ber vê erka li ser me xebata ji bo avakirina civakeke polîtîk-exlaqî ye. Ev jî tenê bi rêya projeya neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, pêkan e.”

‘Em nahêlin tu destwerdan ji der pêk werin’

Bi dûv re li axaftina qeydkirî ya fermandarê giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî hat guhdarîkirin. Mezlûm Ebdî li ser giringiya lidarxistina komxebatê nirxandin li ser rewşa heyî kir.

Ebdî wiha got: “Em welatiyên herêmê bi piranî ketin hewila avakirina têkiliya Kurd û Ereban û me di ber de canê xwe da. Hêzên me, QSD′ê, Ereb, Kurd, Ermen û Çeçen anku nûnertiya hemû pêkhateyên li herêmê dikin. Di dema rizgarkirinê de yên yekemîn canê xwe di ber rizgarkirina van herêman de da. Em nahêlin tu destwerdan ji der ve li ser tu aliyî çê bibe.”

Wê di komxebatê de niqaş li ser gelek mijaran bê kirin; dîroka têkiliyên Kurdan li Sûriyeyê, dîroka têkiliyên Kurdan li Rojhilata Navîn. Di mijara duyemîn de rola stratejîk a têkiliyên Ereb-Kurd di çareserkirina krîza Sûriyeyê de, giringiya lihevkirina Ereb û Kurdan di çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn de he ne.