27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Macron ji bo Korsîkayê pêşniyariya xweseriyê kir

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya Korsîkayê de xweserî pêşniyarî giravê kir û ji bo li ser metneke destûra bingehîn li hev bike 6 meh dem da

Serokkomar Emmanuel Macron di axaftina xwe ya li Ajaccioyê de diyar kir ku ew “kêliyeke dîrokî” ye û pêşniyar kir ku Korsîka bi Destûra Bingehîn a Fransayê ve bê girêdan û xweserî ji giravê re bê dayîn ku ev yek wê ne li dijî dewletê be, ne jî bê dewlet be.

Macron li Meclîsa Korsîkayê ya ku neteweperest lê pir in axivî û got, “Statûko wê têkçûna me hemûyan be.”

Macron bi hêviya ku ‘qonaxa nû ya saziyî wê Korsîkayê bi temamî bi Ewropayê ve girê bide’ û “şeş meh” da parlamenterên Korsîkayê ku li ser “metneke destûra bingehîn” li hev bikin.

Emmanuel Macron xweserî weke ‘jesta pêwîst a naskirinê’ dît û weke bingeha “avakirina pergaleke ku hurmetê nîşanî rastiya giravê û Derya Spî dide” nirxand.

Serokkomarê Fransayê got, “Ez alîgirê naskirina taybetiyên civaka girava Korsîkayê di xaleke xweser a Destûra Bingehîn de me, yanî ez alîgirê wê yekê me ku weke civakeke giraveke dîrokî, zimanî û çandî bê naskirin.”

Macron bi van gotinan axaftina xwe temam kir, “Ev hilbijartin bijardeya ku ciwanên me heq dikin, da ku nifşên paşerojê karibin vê dewlemendiyê bi hêza Korsîkayî û Fransîbûnê re bikin yek. Ew Korsîkî ye ji ber ku ew Fransî ye. Fransî ye ji ber ku ew Korsîkayî ye. Ewropa û Derya Spî hemû di heman demê de.”

Korsîka niha xwedî statuyeke taybet e. Li Korsîka meclîsa bajêr heye û ev meclîs der barê karên navxweyî yên giravê de biryaran dide. Meclîs, ligel ku çavdêriya meclîsa rêveber dike, deng dide budçeyê, hesabê îdarî erê dike û her wiha qanûna Korsîkayê ya li ser pêşvebirina mayinde û plansaziyê qebûl dike.