2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk wê ji bo tecrîdê daxuyaniyeke girîng bide

Partiya Çepên Kesk, wê roja vekirina meclise ji bo tecrîda li Îmraliyê, çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê daxuyaniyeke girîng bide raya giştî.

Di 1’ê cotmehê de wê Meclis vebibe û dest bi sala nû ya qanûndanînê bike. Partiya Çepên Kesk jî wê di vê roja vekirina Meclisê de têkildarî tecrîda li Îmraliyê, çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê daxuyaniyeke girîng bide raya giştî. Daxuyanî wê ji aliyê Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ve bê dayîn û tê payîn ku tevahiya parlamenteran jî tev li daxuyaniyê bibin.

Rojevên sereke yên daxuyaniyê; xeta têkoşînê ya serdema nû ya partiyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan in.

Di heman demê de dê hevberdevk balê bikişînin ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û di vê çarçoveyê de helwesta ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û rakirina tecrîdê aşkera bikin û banga çareseriyê li aktoran bikin.

Partiya Çepên Kesk bi dayîna daxuyaniyê ya li Meclisê wê nîşan bide ku ji bo çareseriyê Meclisê girîng dibîne.