3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê AKP’î yê Armûşa Wanê cîranê xwe kuşt

Serokê AKP'î yê Rêya Armûşê yê berê Mûrat Beşenk, li ber polîsan cîranekî xwe kuşt û 4 cîranê xwe jî birîndar kir

Li gundê Şûşanisê yê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Serokê AKP’ê yê Rêya Armûşê yê berê Mûrat Beşenk û xizmên wî mala malbata Bîrîkê gulebaran kirin. Serokê AKP’î di êrişa çekdarî de Goksel Bîrîk kuşt û Dogûkan Bîrîk (23), Semîh Bîrîk (32), Mûstafa Bîrîk (16) û Yûsûf Bîrîk (17) jî birîndar kirin. Ji birîndaran ku li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin birîna Semîh Bîrîk xedar e.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Mûrat Beşenk, parêzvaniya Serokê AKP’ê yê Rêya Armûşê Yavûz Kûşan dike. Heya niha têkildasrî bûyerê tu kes nehatine binçavkirin. Cenazeyê Goksel Bîrîk rakirin Saziya Tiba Edlî. Gelek polîs, TOMA û wesayîtên binçavkirinê sewqî ber Saziya Tiba Edlî hatin kirin.

Şahidên bûyerê gotin: “Gava AKP’iyan malê gulebaran kirin 4 wesayîtên zirxî li wir bûne.”