spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​ Kongreya Star: Li hember tecrîdê li qadan bin

Kongreya Star der barê tecrîta girankirî a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:“Ji bo zadiya fîzîkî ya Rêber Apo em derkevin qadan.

Meclîsa Kongreya Star a yek ji tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û 2 sal zêdetir e tu agahî jê nayê girtin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda dewleta tirk a li Îmraliyê li dijî qanûnên navneteweyî ye, her tim bê hincet ‘cezayên dîsîplînê’ li Rêberê PKK’ê re hatiye birîn, herî dawî 6 mehên hevdîtina bi malbat û parêzeran jî qedexe tê ferzkirin.

Rêxistinên mafên mirovan û CPT

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk rêzê ji mafê mirovan û girtiyan re nagire û li ser armanca tecrîdê jî wiha hate gotin: Armanca tecrîdê şikandina îradeya gelê Kurd û hemû gelên heremê ye.

Kongreya Star diyar kir ku polîtîkayên înkarê yên di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelan tê meşandin û bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û CPT kir ku li dijî tecrîdê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Kongreya Star di dawiyê de bang li hemû jinan û gelan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dakevin qadan.