spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Hindistanê komkujî

Li Hindistanê di encama lihevketina du trênan de komkujî pêk hat, zêdetirî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 850 kesan jî birîndar bûn

Li Bhûbaneswarê ku paytexta eyaleta Odîsha ya Hindistanê ye, di encama li hevketina du trênan de, zêdetirî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 850 kesan jî birîndar bûn. Hîna xebatên rizgarkirinê berdewamin.

Medya Hindistanê ragihand ku duh danê êvarê de li Bhûbaneswarê, di encama li hevketina trêneke rêwiyan û trêneke barhilgir de, zêdetirî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 850 kesan jî birîndar bûn.

Her wiha hate diyarkirin ku xebatên rizgarkirinê berdewamin û aliyên peywendîdar jî destnîşan kirin ku tê payîn ev rêje zêdetir bibe. Ji ber ku heta niha cenaze û birîndarên nehatine dîtin jî hene û hejmarek zêde ya rêwiyên trênê heta niha çarenûsa wan ne diyare.