12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konsolosxaneya Amerîkayê ji bo jinên li Başûr tên kuştin hişyarî da

Konsolosxaneya Amerîka ya li Herêma Kurdistanê têkildarî bûyerên kuştina jinan ên li Kurdistanê li ser hesabên xwe yên tora civakî daxuyanî da û fikarên xwe anî ziman.

Konsolosxaneya Amerîkayê diyar kir ku divê li ser ‘kuştinên li ser şerefê’ yên weke  Marya Samî Mexdît, Meryem Yaqub û Aydî Mihemed ên hatin kuştin lêpirsîn werin kirin bersivên hiqûqî bên dayîn.

Konsolosxaneya Amerîkayê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo bidestxistina edaletê, dawîlêanîna tundî û parastina hemû welatiyan gavên watedar bavêje û bişopîne û ragihand ku ji bo alîkariyê amade ye.