3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tişta ku gel piştî raperînê hêvî dikir pêk nehat

Meha Adarê ji bo gelê kurd bi taybetî jî gelê başûrê Kurdistanê meheke dîrokî ye. Ji ber ku di 5’ê adara 1991’an de yekem çiruska raperînê li Ranyayê destpê kir, piştre tevayî bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê belav bû. Di 21’ê Adara heman salê de jî bi rizgarkirina bajarê Kerkûkê ji destê rejîma Baasê, serhildan gihişt encamê. Bi vî awayî rejîma Baas ji Kurdistanê hat derxistin.

Beriya raperînê gelê Başûr di bin zilm û zordoriya rejîma Baasê de bû. Hikûmeta wê demê, xizmetguzariyên sereke pêşwazî dikir, lê gelê Başûr azadiya siyasî û neteweyî dixewst. Ji bo vê jî hêzên pêşmergeyan li çiyayên Kurdistanê xebat dikirin û gel jî piştgiriya vê xebatê dikir.

Tevlibûna partiyên siyasî ya bi riya medyayê ku bandoreke mezin a radyoyê hebû, gel araste dikir. Lewma di 5’ê Adarê de welatiyên navçeya Ranyayê dest bi çalakiyan kirin.

Beriya 31 salan wek îro, raperîna gelê başûrê Kurdistanê ya li dijî rejima Baasê gihişt bajarê Hewlêrê. Bajarê Hewlêrê di encama raperîna gel de ji rejima Baasê hat paqijkirin.

Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Seîd Selîm têkildarî dema raperînê axivî û da zanîn ew roj ji bo gelê kurd rojek dîrokî û nayê ji bîrkirin û wiha got: “Wê demê gelê kurd bi jin, zilam û zarokan ve li dijî rejima Baasê rabûn ser pêyan. Gel ji bo azadî û jiyaneke xweş serî hildan.”

Hîwa Seîd da zanîn ku piştî raperînê hêviyek pir mezin bi gelê kurd re çêbû lê piştî 31 salên hikûmraniya desthilata kurdî mixabin heta niha armanc û destkeftiyên raperînê pêk neanîne.

Di dewama axaftina xwe de Hîwa Seîd destnîşan kir ku di demeke ku gel ji desthilata kurdî li benda jiyanek xweş û xizmetguzariyek baştir bû, lê rastî bê dadiyê hatin û wiha got: “Ji ber bêdadî û gendeliya hikûmraniya heyî gelê kurd hêma bêje poşman bûye ku raperîn pêkanîne.Ji ber ku gel berhem û armancên raperînê nedîtine.”

Endamê Serkirdayetiya Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê Adil Mela salih jî li ser mijarê wiha axivî: “Gelê Kurdistanê piştî raperînê hêvî dikir jiyanek baş û aram bijîn. Lê 31 sal borîn heta niha armanc û destkeftiyên raperînê ji bo gelê kurd pêk nehatine.”

Adil Mela Salih diyar kir ku raperîn berhema xebat û têkoşîna sed salan a gelê kurd bû. Lê tişta ku gel piştî raperînê hêvî dikir qet pêknehat û pê de çû: “Gel ji vê desthilatê gelek bê hêvî bûye. Pêwîste aliyên siyasî yên kurd li gel hev de ne nakok bin. Divê ji bo bidestxistina mafên gelê kurd li Bexdayê bi hev re bi xebitin.”