11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana Qamişloyê bingeha Şoreşa Rojava ava kir

18 sal berê di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê li Stadyuma futbolê êrîş pêk hatibû. Piştî êrîşê pevçûn derket û di şer û pevçûnan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabû. Gelê Qamişlo li dijî van êrîşan daketibû kolanan û meş û çalakî li dar xistibûn. Meş û çalakiyên li Qamişloyê dest pê kir, li gelek bajarên din belav bûn. Serhildanên gel bi mehan berdewam kir. Bi minasebeta salvegera komkujiya Qamişloyê Berdevka Kongra Starê Remziye Mihemed pirsên Xwebûnê bersivand.

Hûn dikarin qala wê pêvajoyê bikin? Gel çima serî hilda? Çima êrîş kirin?

Zext û êrîşên li dijî kurdan beriya 12’ê Adara 2004’an jî gelek zêde bûn. Gelek tundî li ser gelê kurd hat meşandin. Ji hemû mafê xwe yê civakî siyasî, çandî û neteweyî mahrûm bû. Nikaribû mafê xwe biparêze. Nikaribû di pergala dewletê de bijî. Şaredarê bajarekî ji Hemayê û bajarên din ên Sûriyeyê dianîn. Di aliyê perwerdehiyê de jî gelek mamoste ji Şamê û bajarên din dianîn. Li aliyê Cizîrê perwerde dikirin. Ciwanên kurd ên Rojava zanîngeh dixwendin, lê bêkar diman. Gelekan beşên bijîşkî, endezyarî û parêzeriyê xelas kiribûn. Lê mafê wan nedidan wan. Bêkar diman. Di 12’ê Adarê êrîşek ku agahiya kesî jê tune bû pêk hat. Di roja lîstika fûtbolê ku di navber tîma Qamişlo û Dêra Zorê de pêk hat, êrîş kirin. Berê jî gelek caran ev lîstik dihat. Gelek bajaran bi hevre lîstin. Lê tu carî êrîşek wisa çênebû. Di 12’ê Adara 2004’an de ji ber li başûrê Kurdistanê kurdan destkeftiyek bi dest xist, rejîmê ev yek ranekir. Rejîma Baasê ev yek qebûl nekir û li dijî vê yekê amadekariyek mezin kirin. Tîma fûtbolê ji bo şer amade kir. Dema hatin di destê wan de dar, kevir û amûrên şer hebûn. Ji bo şer xwe amade kiribûn. Rejîmê ji bo gelê herêmê berde hev, berê amadekariyek kiribû. Dixwest di navbera kurd û ereban de nakokiyên mezin derkevin û şerekî mezin derxin. Di 12’ê Adarê de ev tîma futbolê bikar anîn. Li Stadê de êrîşî gel û lîstikvanan kirin.”

Kurd û ereban li dijî vê lîstikê helwestek çawa nîşan dan?

Di roja lîstika fûtbolê de ciwanek şehîd xistin. Di roja duyemîn de gel rabû serhildanê. Gelê Qamişloyê tev rabû serhildanê. Gel tevî berê xwe da Qamişloyê. Hêzên rejîmê pêşiya gel girt û êrîşî gel kir. Di van êrîşan de ciwanekî din şehit ket. Çiqas tundî li ser gel zêd bû, girtin jî zêde bû. Ciwan li dikanên xwe, malên xwe û li kolanan hatin girtin. Hinek ji wan hatin windakirin. Hinek şehît ketin. Gelê ereb piştre hêdî hêdî fam kir ku çima ev êrîş pêk hatiye. Fêr bû ku dixwaze gelê kurd û wan bînin beramberî hev. Gelekên ereb digotin ‘Bi salan e em cîranên hev in. Lê heta niha me şerekî hev nekiriye. Me jin dane hev. Xal û xwarzê çêbûne. Cîrantî û merivantî heye.’ Êdî gelek eşîrên mezin û malbatên mezin ên êreban xwe ji nava rejîmê kişandin. Piştî rejîm û gelê kurd rû bi rû ma, li tevahiya  Rojavayê Kurdistanê û gelek dostên kurdan di van serhildanan de cihê xwe girtin. Ji ber rejîma baas li ser gelê kurd şerê spî meşand û kurd tev li serhildanan bû, gel fam kir ku li vî welatî dijîn û Sûriyeyê wekî dewlet dibesibînin, lê bi vê êrîşê li dijî gel me nas kir ku her dewlet dijminê gel e. Her dewletên desthilatdar mafê kurdan naxwazin û her tim dixwazin êrîşî kurdan bikin. Piştî serhildana 12’e Adara 2004’an êdî gelê din û civakên din jî xwe tev li serhildanê kirin. Mînaka vê yekê dema destpêka şoreşê hat dîtin. Dema buhara gelan dest pê kir û êdî dê li Sûriyeyê jî şoreş dest pê bike, li Qamişloyê milet û kesayetên ereb digotin hûn kurd xwedî vîn in û hûn dikarin serhildanê bikin. Digotin kanî dest pê bikin em jî bi were ne. Lê gelê kurd fam kir ku berê di lîstokekê re derbas bûne û nexwestin careke din di lîstokê re derbas bibin. Her kesî dixwest gelê kurd pêşengiya serhildan û meşan bikin. Dixwestin kurd êrîşî rejîmê bikin. Lê gelê kurd wê demê derbasî nava gel bûn. Meclîs û komînên xwe ava kirin. Amadekariyên serhildanek pêwist û mayinde kirin. Nexwestin serhildanek wekî ya 2004’an çend mehan bidome û bitefe. Xwestin serhildanek demdirêj pêş bixin. Ji ber vê yekê ev serhildan bû bingehê şoreşa Rojava.

Di vê lîstikê de rola dewletan çibû. Piştî êrîşan têkilî û yekîtiya ereb û kurdan çawa pêş ket?

Dema li seha futbolê êrîş pêk hat, yên êrîş pêk anîn siloganên “Bijî rejîma Baas”, “Bijî Sedam Hisên” berz dikirin. Dixwestin kîn û hêrsa gel zêde bikin û bînin lîstokê. Dema di sala 1999’an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket, li seranserî sînorê Rojava û Başûrê Tirkiyeyê eskerên xwe û çekên giran anîn pêşiya milet. Gotin ‘Hûn tev bigerin em ê êrîş bikin.’

Di van êrîşan de têkiliya hikûmeta Tirkiye û rejîma Baasê çibû?

Di van êrîşan de têkiliya hikûmeta Tirkiye, Rejîma Baas û Iraqê bi hev hebû. Ji bo tunekirina kurdan û gelan hevalbêndên Rejîma Baas pir in. Ji bo tunekirina kurdan gelek dijmin dibin dostê hev. Dijminê kurdan sed sal berê Kurdistan parçe kirine, her tim dixwazin mafê kurdan ji wan bistînin. Dema kurd serî radikin, dixwazin vîna kurdan bişkînin û serê kurdan bitewînin. Lê serhildana Qamişlo, zanîn û planên wan tev şikandin.

Piştî serhildana Qamişlo di sala 2005’an de Kongra Star hat avakirin. Avakirina Kongra Star berdewamiya berxewdana jinên kurd û yekîtiya Star bû. Partiyên wê demê karibûn rola xwe bilîzin wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû. Gel wê demê hêdî hêdî xwe li dora wê kom kir. Ji ber vê yekê serhildana Qamişlo serhildana gelan bû. Di vê serhildanê de gel bi xwe rabû. Gel bi xwe serî rakir. Got ez heme. Got çiqas tundî û êrîş hebe ez ê li ber xwe bidim. Serhildanê dewam kir. Gel ji siyasetê partiyan û bandora partiyan serbixwe li ber xwe da.

Şoreşa Rojava encamek çawa bi xwe re anî?

Şoreşa Rojava bi pergala xwe ya wekî Rêveberiya Xweser, wekî projeya Neteweya Demokratîk ku her netew dikare rola xwe bilîze û hebûna xwe bîne ziman, her netew dikare zimanê xwe biparêze û cihê xwe di pergalê de bigire, hembeza xwe ji hemû gelan re vekir. Gelê kurd ereb, suryan, çerkez, turkmen, aşût û gelê êzîdî her kesî cihê xwe di nava vê pergalê de girt. Niha gelek eşîrên ereb cihê xwe di nava vê pergalê de digirin. Di nava rêveberiya xweser de vîna xwe nîşan dan. Gelê herêmê bi xwe dibêje me bi v îna xwe şoreş ava kiriye. Me gelek destkeftî bi dest xistine. Me gelek bedel dane. Em dibînin ku çawa bi hezaran şehîdên kurd, şehîdên ereb û şehîdên suryanî xirîstiyan, şehîdên êzîdî û turkmen, xwîna xwe li ber vê axê rijandine. Ew bi xwe dibêjin kes nikare yekîtiya gelan xera bike. Kes nikare nakokiyê têxe nava gelan. Ew siyaseta ku li dijî me tê meşandin ji sala 2004’an ve hat meşandin û hêj didome. Rejîma Baasê gelek eşîrên girêdayî xwe kom dike. Bang li wan dike û dixwaze wan li dijî me sor bike. Wan bi çek dike û dixwaze li dijî me şer bikin. Lê li aliyê din gelek eşîrên ereb û kurd bi hevre dimeşin. Bi hevre yekîtiyê ava dikin û bang dikin. Dixwazin kes neyê vê lîstikê û yekîtiya gelan xera nekin. Dibêjin me li vir yekîtiyek ava kiriye. Ev projeya Neteweya Demoratîk û rêveberiya xweser e. Dibêjin her kes xwe di vê pergalê de diparêzin. Niha mînakek pir mezin a yekîtiya gelan çêbûye. Ev yek bi pêşengtiya jinan de pêk tê. Di milê civakî, eskerî, siyasî û aborî de ev xebat di pêşengiya jinan re roj bi roj pêş dikeve. Roj bi roj plan û komployan vala derdixin. Lê plan jî didomin.

Niha metirsiyên çawa li ser rojava hene?

Êrîşên pir mezin li ser gelê me hene. Rojane gef tên xwarin. Hêzên ku heta niha Efrîn, Bab, Şehba Cerablûs Serêkaniyê dagir kirine, rojane gefan li gelê me dixwin. Her roj tundiyê li ser gel dimeşinin. Li hundir jî herî dawî li dijî girtîgeha Xwêran a Hesekê êrîş pêk anîn. Dixwazin parastinê vala derxin. Lê li dijî wê hêza parastina civakî dibin persîv. Parastina giştî ya wekî HSD û YPJ’ê berwedana xwe xurt dikin.

Navenda nûçeyan