26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujeran diparêzin, jinên ku xwe diparêzin jî ceza dikin

Hêzên desthilatdar bi hezaran sal in li ser jinan tundiyê dikin. Tundî bi rûyê mêr an ji bi rûyê dewletê xwe nîşan dide.  Li Tirkiyeyê jî dewlet her tim erîşî jinan dike. Li bakurê Kurdistanê erîşeka bi taybetî heye. Têkildarî  mijara tundiya li ser jinan û tacîz, tecawiz û qetilkirina jinan em bi Berdevka Komîsyona Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran re axivîn.

Li Kurdistanê nezîkatiya  li ser tacîz û tecawizê di kijan astê de ye?

Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi temamî ev demeke dirêje ku desthilat û dewlet bi hevre peşiya tacîz û tecawizê vedekin. Em zanin ku dewlet di pêvajoya şer de tundiya li hemberî jinê jî pêş dixin. Tundiyê di  nava civakê de birêxistin dikin. Di vê rewşê de demek dirêje desthilatar dixwaze ku pergala xwe ya li ser yekê ava bike. Dixwazin hemû astengiyên li pêş tundiyê belav bikin. Di nava civakê de yên li ber xwe didin û têdikoşin jin in. Dewlet jinan ji bo xwe astengek mezin dibîne. Di nava civakê de dijminatiya jinê pêş dixe. Jinê di nava malbatê de bi sînor dike. Jinê weke îrade nas nake. Em bi du xalan tacîz û tecawizê digirin dest. Yek dewlet bi deste xwe bi kar tîne. Ya din jî dewlet di nava civakê de mer li dijî jinê wekî dijmin bikar tîne. Di qada şer an jî erdnîgariya şer de tacîz û tecawizê pêş dixe.

Bedena jinê wek qada şer tê ditin. Ji ber vê yekê li Kurdistanê tacîz û tecawiz pêş dixin. Îpek Er, Gulistan Doku û bûyera Colemergê em dikarin minak bidin. Em zanin ev mînak di salên 1990’î de jî dihat dîtin. Wê demê jî ew kes di dadgehan de sûcdar nedihatin dîtin. Îpek Er li  dijî bêhiqukî û tunebûna edaletê bi protestoyekê dawî li jiyana xwe anî. Îro Musa Orhan destê xwe dihejîne û serbest digere. Ji ber ku di bûyerên destdirejî û tundiya li dijî jinan de dadgeh mêran ceza nake. Lê jinên ku xwe li dijî tundiyê diparêze û bi rêxistin dike ceza dike. Ji ber ku Dîlek Dogan mafê parastina cewherî bikar anî, 15 sal ceza lê birîn. Dîsa siyasetmedara kurd Ayşe Gokhan ji ber ku mafê jinan û civakê parast 30 sal ceza lê birîn. Bi dehan jin weke Ayşe Gokhan di girtîgehan de ne. Disa bi destê dewletê tundi û destdirejî tê pê kirin û nava civakê de jî piştgirî didin mêra. Nava salekê de nezî 300 hep jin hat qetilkirin. Bi dehan jin bi destdirêjî re rû bi rû man. Di dema pandemiyê de Peymana Stenbolê betal kirin. Li ser çapameniyê dijminatiya jinê pêş xistin. Dadgehê mêrên sûcdar ceza nekirin û li dijî jinan bi rêxistin kirin. Dema jin li dijî neheqîyê diseknin, xwe bi rexistin dikin û xwe diparêzin bi tundiyê re rû bi rû dimînin.

Ji bo bidawîkirina  tundiyê hewceye ku partiyên siyasî, rexistin û saziyên civakî xebatên çawa bidin meşandin?

Hewceye ku hemû saziyên civakî, partî û rexistin hevdû hişyar bikin û xwe perwerde bikin. Dewlet tacîz û tecawizê bi şerekî taybet pêş dixe. Bi navê evînî, heskirinê jinên ciwan ên li Kurdistanê têne xapandin. Bi tacîz û tecawizê re rû bi rû dimînin. Bi piranî çawişên pispor û leşker tacîz û tecawizê dikin. Ji ber vê yekê perwerdekirin hewce ye. Ya din jî divê xwe bi rêxistin bikin. Em dibînin ku jinên li dijî erîşan rû bî rû diminin jinên ne bi rexistin in. Di nava rêxistinê de jin xwe diparêzin, meclîsa jinan, TJA û saziyên li Kurdistanê bi hevre bi ser van mijaran xebatê dikin.

We li ser tundî, tacîz û tecawiza li ser jinan çend peşnûmeyan  şand meclisê? Heta niha ji peşnûmeyên we re bersiveke erênî hat an na?

Ji ber pergala yekperestî, yek bawerî û yek nasnameyî û mêrane hatiye avakirin, demeke dirêje meclîs karê xwe nake. Demeke diraje em peşniyaran ji meclisê re dişînin. Em dixwazin tundiye li ser jinê, tacîz û tecawuz bên lêkolînkirin. Lê hemû bê bersiv dimînin. Li gorî îstatîstîka fermî em nizanin çend jin bi tundiyê re rû bi rû maye. Çend jin hatine qetilkirin. Bi tacîz û tecawizê re rû bi rû maye. Ev îstatîstîk her tim tê veşartin. Dibejin tundiya li ser jinê kêm bûye. Em zanin ku hejmar kêm nabe. Di çapameniyê de jî tê parvekirin. Jin her roj tê qetilkirin. Tundiya li dijî jinê ji sedî bist zêde bûye. Îro ji ber ku jinan naparêzin îstatîstîkên rast nadin. Ji bo siyaseta xwe pêş bixin wan îstatîstîka bi me re parve nakin. Piştî Peymana Stenbolê betal kirin, jin zêdetir hatin qetilkirin û mêran jî bêtir hêz girt. Destê dozger û dadger bêtir bi hêz bû. Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatan gel dixapîne. Jinan bê parastin dihêlin.

Li girtîgehan tacîz û tundî di çi astê de ye? Rewşa jinên girtî di çi rewşê de ye?

Îro rewşa li derve çawa be, rewşa li girtîgehan jî wiha ye. Di girtîgehan de jî rewşeke awarte heye. Em zanin ku tundî bi tecrîda li Îmraliyê ya li ser Abdullah Ocalan dest pê dike û li girtîgehan û li ser civakê wekî rêveberiyê pêş dixin. Ji ber ku Leyla Guven û Hulya Alokmen û hevalên cem wan govend girtine cezayê bi disipline re rû bî rû mane. Li girtigehan legerina tazî û tekmîlan ferz dikin. Rewşa girtigehan  a îro ji salên 1980’î xiraptir e. Dixwazin ku siyasetmendaran li girtîgehan terbiye bikin. Girtîgeh weke qadeke terbiyekirinê dibînin. Ewil dixwazin jinan bê vîn bihêlin. Ji ber vê yekê li girtîgehan tundî, tacîz û tecawizê pêş dixin. Gava ku hevalên li girtîgehê dengê xwe bilind dikin, gef li wan tê xwarin. Înfazên wan dişewitînin. Di dema pandemiyê de zagona înfazê derxistin. Bi vê zagonê bi sedan kujerên jin û zarokan û mafya hatin berdan. Wê deme hevalên me yên dîl hatine girtin bernedan. Ew bi mirinê re rû bi rû hiştin. Gelek hevalên me li girtîgehan nexweşin. Lê kujer serbest in.

Li Colemergê  derket holê ku  cerdevan, cawişên pispor çeteya  fihûşê avakirine. Der barê  van çeteyan de agahiyên we hene?  We heta niha xebatek çawa kiriye?

Şerekî taybet li axa Kurdistanê dimeşînin. Civaka ji xwazeyê dûr û bêehlaq ava dikin. Dixwazin ku rexistinên kurdan di şexsê jinê û bedena jinê de helweşînin. Bûyerên li Colemergê şerê taybet e. Ev perçeyek plana hilweşînê ye.  Me meclisa jinan û TJA’yê di 20’ê mijdarê de li vir çalakiyek li dar xist. Emdamên me yên TJA, HDP û HDP’ê li dehan gundan bi welatiyan re hevdîtin kirin. Dê di pêşerojê de xebatên me bidomin. Xebatên me yên ji bo rêxistina jinan û li dijî şerê taybet dê berdewam bikin.