26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kurd’ kirin ‘Turk’

Li bajarê Kîlîsê Mizgefta bi navê ‘Kurtler Camîî’ piştî restorasyonê navê wê guhertin û kirin ‘Turkler Camîî’. Walîtiya Hatayê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber piştî restorasyonê pir hatiye guhertin û tiştekî aydî berê nemaye navê wê kirine ‘Mizgefta Tirkan’.

Wezareta Turîzm û Çandê li bajarê Kîlîsê mizgefta bi navê ‘Kurtler Camîî’ ya di sedsala 17’mîn de ji aliyê Huseyîn Axa yê kurd ve hatibû avakirin, di sala 2018’an de navê wê guhert û navê ‘Turkler Camii’ lê danî. Mizgeft di sala 2018’an de bi erêkirina Midûriyeta Giştî ya Vakifan navê wê hat guhertin û kirin ‘Turkler Camii’. Mizgefta ku berê tabelaya ‘Kurtler Camîî’ li ser hatibû hiştin, niha bi temamî tabela rakirin û tenê tabeleya ‘Turkler Camîî’ hiştin.

Walîtiya Hatayê di malpera înternetê de daxuyanî da û diyar kir ku piştî restorasyonê ji ber pir hatiye guhertin tiştekî aydî berê nemaye.  Walîtiyê diyar kir ku ji ber restorasyonê navê wê wekî  ‘Turkler Camii’ hatiye guhertin.