26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK mirovan direvîne

Li gorî destûra Iraqê kesê tê binçavkirin, divê di nava 24 saetan de îfadeya wî/wê were girtin. Îfade jî divê ji aliyê hakim ve bê girtin, kesên têne binçavkirin heta dernekevin pêş dadgehê, tu sûc li ser wan nîne. Nabe bêyî biryara hakim tu kes lêpirsînê bi kesên binçavkirî re bike. Ya herî girîng jî li gorî qanûnê nabe tu hêz û aliyekî siyasî biçe û kesan bigire. Tenê polîs dikarin welatiyan binçav bikin. Ew jî dikarin vê yekê bi biryara dadger bikin. Nabe bi tu awayî ji kesên binçavkirî, îfadeya bi zorê were girtin, yan jî neçarî axaftinê bên kirin. Kesê binçavkirî, dikarin mafê xwe yê nepeyivînê biparêze. Divê tohmet hemû jî zelal û xwedî delîl bin. Mafê îtirazê yê kesên binçavkirî heye.
Lê li başûrê Kurdistanê qanûn weke xwe nayên bicihanîn. Hizbên siyasî ji ber dengê azad û fikrên cuda gelek caran welatiyan binçav dikin. Dema welatiyan binçav dikin, miameleyeke xirab bi wan re dikin. Li gorî qanûnên navneteweyî nabe dîplomatek bê binçavkirin, bikeve ber lêpirsînê û bê teftîşkirin.

PDK’ê 9 kes revandin

Ajayîş û pêşmergeyên PDK’ê di mehên dawî de li aliyekî bi TSK’ê re tev li operasyonên leşkerî dibe, li aliyê din nûner, rêveber û dîplomatên pariyên din direvîne û binçav dike. Di 2 mehên dawî de 9 kes revandin û winda kirin. Ji 9 kesan 2 endamên PYD’ê hatin berdan, lê hêj aqûbeta 3 endamên RJAK’ê, 3 endamên HPG’ê û endamekî Rêveberiya Xweser a Rojava hêj di destê PDK’ê de ne û agahî ji wan nayê girtin.
Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî tev li operasyona leşkerî ya TSK’ê ya derveyî sînor bûn, li nêzî gundê Bêxme yê girêdayî navçeya Xelîfan a başûrê Kurdistanê di 26’ê tîrmehê de, êrîşî komeke HPG’yî kiribû. Di êrîşê de 3 HPG’yî dorpêç kirin. Piştî êrîşê heta rojname hat çapkirin, 21 roj in agahî ji koma HPG’ê nayê girtin.
Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di 29’ê tîrmehê de, cih dabû daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) ya têkildarî bûyerê. HPG’ê der barê bûyerê de, di 31’ê tîrmehê de, cara duyemîn daxuyanî dabû. HPG’ê diyar kiribû ku navên 3 kesên ku PDK’ê revandine Erdal Aslan (Serwer Serhat) ê ji navçeya Qereçoban a Erziromê, Ayhan Tatli (Wargeş Çevreş) ê ji navçeya Hezexê ya Şirnexê û Mahmûd Xelef (Dijwar Berxwedan) ê ji bajarê Hesekê yê Rojava ye. HPG’ê bang li PDK’ê kiribû ku der barê koma wan de daxuyaniyekê bide.
Malbata Mahmût Xelef ê HPG’yî ji bo ku aqûbeta lawê xwe hîn bibe di 9’ê tebaxê de derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû. Bavê Xelef Hesen Şerîf Xelef li Deriyê Sînorê Sêmalka hat astengkirin. Bav Hesen Şerîf Xelef di 9’ê tebaxê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî, bang li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî û rayedarên partiyê kiribû ku der barê aqûbeta kurê wî û hevalên wî de daxuyanî bidin.

Cîhad Hesen hêj winda ye

Di 10`ê hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamên Têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandibûn. 29`ê tîrmehê de endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî serbest berdabûn. Cîhad Hesen hêj nehatiye berdan û rewşa tenduristiya wî xirab e. Heta niha rayedarên PDK`ê sedemên revandinê ji PYD`ê û Rêveberiya Xweser re aşkere nekiriye.

Rewşa endamên RJAK’ê ne diyar e

11 roj in agahî ji du rêveber û endamek RJAK’ê ku ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê çûbûn Şengalê û di vegerê de asayîşa PDK’ê ew binçav kiribûn, nayê girtin. Rêveberên RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de, asayîşa PDK’ê ya Kelek ew binçav kiribûn. 8 roj in aqûbeta wan ne diyar e.