Gelê kurd li hemberî êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê rabûne ser pêyan. Kurdan li Ewropayê bêdengiya dewletên Ewropayê şermezar kirin û xwestin bêdeng nemînin.
Kurdistaniyên li Strasboûrgê dijîn, bi pêşengiya TJK-E’yê bi banga “Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê Kurdistanê biparêze“ heta ber bi Konseya Ewropayê ve meşiyan. Meşa ku endamên TJK-E’ê yên ji Elmanya û Swîsreyê li dar xist, li Place de Republique’ê dest pê kir. Di meşê de alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, PKK, HPG, KCK’ê û pankartên “Gerîla rûmeta mirovahiyê ye“ û “Dewleta tirk kurdan qetil dike hildan. Kurdan di meşê bênavber dirûşmeyên ‘’Em hemû PKK’yî ne’’, ‘’Li Kurdistanê qetilam e’’, ‘’Erdoganê qatil’’, ‘’Bimire xiyanet’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin.
Meş li ber Konseya Ewropayê bi dawî bû. Endama TJK-E’ê Zozan Serhed anî ziman ku armanca dewleta tirk bi êrîşên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, temamkirina qetila kurdan e û wiha got: “Berxwedana gerîla li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa ye. Êrîşên dagirkeriyê ji bo kurdan şerê ‘’hebûn û nebûnê’’ ye. Gerîla parastina rûmeta mirovahiyê û ya gelê kurd dike. PKK û gerîla hêza parastina cewherî ya gelê kurd in. Dewletên Ewropayê bi qedexekirina çalakiyên PKK’ê dibin şirîkê sûcê li dijî mirovahiyê û dibin şirikê dewleta tirk.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.