6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan li Almanyayê koça dawî kir

Endama Koma Aştiyê ya duyemîn Aysel Dogan ku di sala 1999’an de li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, li nexweşxaneyeke Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.

Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a ku bi salan ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, di sala 2011’an de di çarçoveya operasyonên KCK’ê de hatibû girtin. Dogan di 7’ê gulana 2015’an de ji ber pêşketina nexweşiya wê bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû berdan.

Aysel Dogan kî ye?

Aysel Dogan a di sala 1953’yan de li Dêrsimê ji dayik bû. Ji ciwaniya xwe ve di nava rêxistinên girseyî de cih digirt. Aysel Dogan piştî ku ji Zanîngeha Gazî ya Enqereyê Beşa Hînkirina Bedenê qedand, mamostetiya lîseyê kir. Di derbeya leşkerî ya 1980’î û salên piştre de gelek caran hat binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû ma. Bi salan bêyî ku dadgehê bibîne, bê pirs di girtîgehê de ma.

Di Hilbijartina Giştî ya 20’ê cotmeha 1991’ê de ku şer li Kurdistanê giran bû, ji bajarê xwe Dêrsimê bû namzetê parlamenteriyê ya serbixwe. Her çendî li herêmê namzedê parlamentoyê yê herî zêde deng girtibû jî, ji ber qanûna hilbijartinan a dijdemokratîk dengên wê nehatin dîtin û rê li ber şandina wê ya parlamentoyê hat girtin.

Aysel Dogan ji ber çalakiyên xwe yên li Dêrsimê di demeke kurt de dibe yek ji hedefên JÎTEM’ê. Dema gefên kuştinê lê dixwin, bi awayekî neqanûnî diçe derve. Li Almanyayê daxwaza penaberiyê dike û piştî demekê daxwaza wê tê qebûlkirin. Di jiyana xwe ya li Elmanyayê de beşdarî têkoşîna azadiya Gelê Kurd bû û di nava xebatên siyasî de cih girt.