27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdên li Strasbourgê ji bo Ocalan dest bi çalakiya 17 rojan kir

Kurdên derveyî welat li Strasbourgê ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) ya der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ji aliyê Konseya Ewropa ve pêk bê, dest bi çalakiya nobedê ya 17 rojan bidome kir. Çalakgeran bang li saziyên Ewropa kirin ku zextan li Tirkiyeyê bikin, da ku biryara DMME’yê pêkbînin.

Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê, biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ya di sala 2014’an de der barê cezayê girtîgehê yê heta hetayî ya têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ku Tirkiyeyê pêk neanî, piştî heft salan xiste rojeva xwe. Civîna li avahiya Konseya Ewropa ya li Strasbourgê 30’yê Mijdarê destpê kir û dê îro jî bidome.

Însiyatîfa “Ji Ocalan re Azadî” jî di çarçoveya pêngava “Dem dema Azadiyê” de, bi dirûşmeya ”Wê azadî bi serbikeve, ji bo Ocalan bikeve tevgerê” li ber avahiya konseyê dest bi çalakiya nobedê ya 17 rojan bidome kir.

Kurdistanî ji saetên sibehê ve li ber avahiya Konseya Ewropa kombûn û konê çalakiyê vedan. Ji bo roja yekemîn a çalakiyê komeke ji 100 çalakvanî pêktê, ji Siwîstreyê çalakiyê dewr girt. Pankartên wekî, ”Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Îmraliyê girtiye, agahî jê nayê girtin” û bi 9 zimanan dirûşma, ”Wê azadî serbikeve” hatin vekirin. Her wiha çalakger posterên mezin ên Ocalan û nivîsên banga, ”Bikeve tevgerê” li saziyên Ewropa kirin, daliqandin.

Der barê armanca çalakiyê de jî hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk ya Siwîstreyê Selma Sûrer û Îsmaîl Kardaş, bi zimanê kurdî û kirkî daxuyanî xwendin. Di daxuyanî de xwestin bêdadiya li Îmraliyê bi dawî bibe û bang li Konseya Ewropayê kirin ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bîne.

Çalakgeran piştî daxuyaniyê dirûşmeyên;  ”Ji Ocalan re azadî”, ”Faşîst Tirkiye”, ”Kujer Erdogan” û ”Dewleta qirker a Tirk” berz kirin.

Çalakgeran piştî dirûşmeyan 10 deqîqeyan çalakiyeke rûniştinê ya 10 deqîqeyî li dar xistin û paşê jî vegeriyan konê çalakiyê. Çalakiya li ber avahiya Konseya Ewropayê berdewam dike.

Çalakî dê her roj ji aliyê Kurdistaniyên li welatekî Ewropayê ve bê dewir girtin û di 17’ê Kanûnê de bi dawî bibe.

Her wiha ji ber wê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron 2’yê Kanûnê serdana Strasbourgê bike, rojek qedexeya çalakiyan hatiye ragihandin, wê çalakiya Kurdistaniyan jî rojek navber bikeviyê.

Çalakî wê 3’yê Kanûnê bi beşdarbûna endamên TEV-ÇAND’ê berdewam bike.