9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurteqerf

Dildarê Amedê

Çavên kalo nabînin

Kalo got: Kuro layê kûçikan tu yê kê yî?

Lawik got: Ez im yabo.

Kalo got: Wey xwedê te kuşto, tu çi li nav dest û piyan digerî.

Te hişt ez çêran ji xwe re bikin hey dehşikê kerê.

Ez ê bi ku de herim

Bekiro ajkarê teksiyê bû û her roj qeza dikir.

Polîsê trafîkê:  Kuro te çawa qeza kir, ma firêna erebeya te tune bû?

Bekiro: Erê weleh min firên girt jî dîsa lê qelibî.

Polîsê trafîkê:  Careke din tu qeza bikî ez ê vê carê te bigirim.

Bekiro: Temam ji îro şûn de ez ê hem firênê baş bigirim hem jî li tûtûkê bixim.

Polîsê trafîkê:  Kuro dîsa tu yî, te dîsa qeza kir? Ma qey tûtûka te tune bû tu wî haydar bikî?

Bekiro: Erê wele min li tûtûkê xist û nexist mêrik xwe neda alî.

Polîsê trafîkê:  Ji mêrik dipirse, ma bi rastî ji te re li tûtûkê xist û te xwe neda alî?

Mêrik: Erê li tûtûkê xist rast e lê heyra ez li dikana xwe rûniştibûm, ma ez ê bi ku de herim!

Şîretên Xalo

Got Xalo, zewac çawa ye ma tu dibêjî ez bizewicim an nezewicim?

Xalo got: Kuro lawo welehî zewac wek koronayê ye.

Lawik got: Çawa wek koronayê ye.

Xalo got: Ji ber 14-15 rojên pêşî tu bi tiştekî nahisî û kêf kêfa te ye lê piştî wê îca nefesa te teng dibe, sînga te hişk dibe, êş dikeve serê te û pişta te.

Xwedê wekîl be jiyan li te heram dibe.