26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi projeyeke nû li ser dikê ne

Şanoya Bajêr a Amedê ji ber şewba koronayê demeke dirêj navber da kar û xebatên xwe yên li qadan. Lê li ser medyaya civakî bi qasî derfetan xwe gihand temaşevanên xwe. Şanoyê piştî ku rewş asayî bû xebatên xwe dîsa berdewam kirin û niha bi projeyekê amadekariya bernameyeke nû dike. Şano xwe amade dike ku bernameyeke skêçan li ser ekranên televîzyonan bide weşandin. Derheqê vê projeyê de şanogeran nirxandin kir.

Endama Şanoya Bajêr a Amedê û lîstîkvan Zeycan Ateş diyar kir ku ew ji bo projeya nû bi kelecan in û wiha got: “Niha projeya me ya bernameya televîzyonê heye. Her hefte em ê beşekê di televîzyonê de bidin weşandin. Em bi kelecan in.”

Endama Şanoya Bajêr a Amedê û lîstîkvan  Şahperî  Alphan jî bi lêv kir ku ji ber pandemiyê xebat û projeyên wan nîvco mabûn û wiha axivî: “Projeya me li gorî şert û mercên pandemiyê wê bê meşandin.  Niha bernameya me ya skêçan heye. Skêç piranî bi koman tê berdewamkirin.  Bernameyeke me ya bi navê ‘Henekhenek’ heye kesê bixwaze dikare sikêçên binivîse bişîne navnîşana wê bernameyê. Hê dîroka pêşkêşkirina projeyê ne diyar e lê di demek nêz dê em ê diyar bikin.”

Endama Şanoya Bajêr a Amedê Sîdar Aslan jî anî ziman ku şano bê temaşevan nabe û wiha got: “Ji ber pêvajoya pandemiyê em zûde derneketibûn sehneyê. Ji ber wê me xwest ku em rêya televîzyon û medyaya civakî xwe bigihêjin temaşevanên xwe. Ev hem ji bo me û hem jî ji bo temaşevanan  gaveke biwate bû.”

AMED

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê