26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi zimanê dayika xwe bistirên’

Mahabad Olmez a 23 salî ya ji Cizîra Şirnexê ye, ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar e. Jina ciwan Mahabad dibêje ji ber ku li malê xwişka wê li tembûrê dixist gelekî bala wê kişandiye û wê jî  pir xwestiye lê bixe. Olmez dibêje di heman demê de birayê wê jî li gîtarê dixist û ew bi serê xwe hînî lêxistina gîtarê bûye.

Olmeza ku di 15 saliya xwe de koma xwe ava dike derdikeve ser dikê strana dibêje û wiha diaxive: “Divê em xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Bi taybetî jî ciwan. Bi zimanê dayika xwe stranan bêjin. Li dijî qedexeya li ser ziman, tunekirina ziman divê em bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe stranan bêjin. Ya rastî ciwanên kurd êdî guhê xwe nadin stranên bi kurdî. Ev tişt nayê qebûlkirin.” ŞIRNEX

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê