7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

LaWje bi stranekê piştgirî da serhildana Jîna Emînî

Koma LaWje ku bi stran û muzîka herêma Behdînanê tê nasîn, bi armanca piştgiriyê bide serhildana ji bo Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, dest  pê kirin, stranek amade kir. LaWje helbesta “Jina Kurd” a helbestvanê kurd Cegerxwîn kir stran û diyar kir ku ew bi stranê berxwedana jinan silav û pîroz dikin.

Stranbêjê LaWje Alî Tekbaş stran striye û ji bo stranê qlîbek jî hatiye amadekirin. Qlîb li ser kanala YouTube ya LaWje hat belavkirin. Dîmenên qlîbê jî ji berxwedana jinên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tê.

DENG DIDIN BERXWEDANÊ

Alî Tekbaş, der barê pêvajoya çêkirina stranê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ev agahî dan: “Ji ber ku me nexwest ji bo berxwedanê bêdeng bimînin xebateke wiha kir. Êş û rojên reş li cîhanê serdest bûye. Lê hêviya me ya avakirina jiyana azad heye. Hestên hunermendan jî mîna gel di rêça dabînkirina aştiya civakî de ne. Em bi hemû zindiyên xwezayê re girîngiyê didin jiyana mirovan. Bingeha ‘Jin, jiyan, azadî’ jin e, jiyan heye, azadî heye. Jin sembola azadiya Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê me nexwest em bêdeng nemînin. Me xwest em dengê xwe bidin serhildana jinên Rojhilat. Cegerxwîn di helbesta xwe ya bi navê ‘Keça Kurd’ de dibêje ‘Rabe serî hilde’. Jinan jî serî hildan. Niha dema şikandina vê bêdengiyê ye. Me jî helbesta Cegerxwîn a bi navê “Keça Kurd” ji nû ve sererast kir. Em di wê baweriyê de ne ku divê hunermendên kurd li her qadê dengê xwe bilind bikin û bi hunera xwe tevlî berxwedanê bibin.”

Risteyên helbesta “Keça Kurd” wiha ne:

“Keçê rabe serî hilde

Divê çaxê hû nabî

Binêr jin çûn ezmana

Heta kengî di xewda bî?

Dixwazim zû bixwênî

Gavan pêj de bavêjî

Ji dijmin re tû mêrkujî

Di hundir de paqijî

Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî, diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî

Erê şoxê erê şengê

Were em herin vê cengê

Şirîn û nazik û rind bî

Şekir lêv û spî zend bî”