2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pervîn Chakar vê carê jî Mewlûda Kurdî xwend

Hunermend û stranbêja kurd operayê Soprano Pervîn Chakar piştî albûma xwe ya yekemîn a bi navê “Bêhna Navbera Du Çeman” albûma xwe ya dueymîn bi navê “Bayê Kurdistanê” derxist. Di albûmê de awazên gelêrî yên çandên kevnar hene. Berhemên albûmê bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî yên kurdî re bi zimanê ermenkî û suryankî jî hatine çêkirin.

Pervîn Chakar di albûmê de bi zaravaya kirmanckî mewlûda kurdî jî xwendiye û weke sîngila yekemîn bi mewlûda kurdî derkeve pêşberî guhdarên xwe. Berhem di 7’ê cotmehê de li ser hemû platformên dijîtal cîh girtiye. Bi xebatên bi vî rengî Pervîn Chakar armanc dike ku muzîka gelên kurd, asûrî û keldanî yên bi hezaran sal in li Kurdistanê bi hev re dijîn bîne cem hev.

Xebat li Amedê hatiye qeydkirin

Derhênerê hunerî yê albûmê Îbrahîm Xelîl Baran e. Bîlal Zîlan û Roşan Lezgîn jî şêwirmendên Zazakî ne û Vedat Saygan wergera wê ya Îngilîzî kiriye. Xebat ji aliyê Serkan Tanık ve li Stmusic Studio ya Amedê hatiye tomarkirin. Aranje, mîks û mastira xebatê ji aliyê aranjor û bestekar Ajlan Akyüz ve hatiye kirin. İbrahim Zencirci bi bilûra xwe tevkarî kiriye.

Mewlûda Kurdî ku berhemeke helbestî ya li ser jidayîkbûna pêxemberê îslamê ye û Ehmedê Xasi (1867-1951) nivîsandiye. Ev helbest wek yekemîn nivîsa kurdan ku zaravaya kirmanckî nivîsandiye tê qebûlkirin. Mewlûda Kurdî di medrese û dibistanên dîrokî yên kurdî-îslamî de hatiye xwendin û bi forma muzîka kurdî ya kevneşop hatiye çêkirin.

Mewlûda Kurdî

Nivîsa mewlûdê ji aliye Mihemed Malmisanîj, Mihanî, Mela Mehemedê Kavarî,  W. K. Merdimîn û Roşan Lezgîn ji bo alfabeya latînî hatiye transkrîbkirin. Metna mewlûdê berê ji aliyê hin alimên medreseyê ve wek destnivîs hatiye çapkirin. Ji van ya herî navdar, bi destê Zeynelabidîn Amedî di sala 1982’an de hatiye zêdekirin. Ehmedê Xasî, alim, nivîskar û helbestvanê kurd e ku Mewlûdê Kurdî bi kirmanckî nivîsandiye. Sala 1867’an li gundê Hezan a navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye. Ehmedê Xasî wek rewşenbîrekî girîng li dijî fikrên Ziya Gokalpê îttihatçî nîqaş kiriye û jê re gelek rediye nivîsandiye.