2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lekeya tirsê

Ez di navbera dayik û bavê xwe de weke firşteyeke  xwedewendî razayîbûm. Fena şalyarê padîşahekî ku pişikên xwe  li esîmanan wer bike, wisa  şanaz bûm. Mîna çivîka melayê min Cizîrî, ez di nav tirsa xwîn û rehjena dilê xwe de vegeviziyabûm. Fena evîna Mela mirov neçar dima ku ew tirs bo çi ye?

Keçeke wisa bûm,  ji şeva ku min jê hez kir her ditirsiyam. Şevşevokeke di şevê de ranedizam. Di şev-payîzeke weşiyayî de, fena masiyekî di nav avê de ji tîbûnê bifetise. Gelo te dîtiye  av fena feratekî li rex te be û ji bêcesaretiya giyanê xwe tu nikarî xwe bigihijinêkê.

Di odeyeke tarî û qerisî de her dibeziyam . Tenê lekeyên hîvê xwe berdabûn hundir û xêzên aceniyê ji xwe re çêkiribûn. ‘’Wax Zindan, ne tenê çardîwarên te qelişî ne! Zîndana  ku mirov dibe koleyê tirsekê, heyîna wê ji kokê ve tune ye’’. Nizam çiqas Suqrat pir tirsiya heta ku fêhim kir tirs koletî ye.

Ji tîbûnê îskeîska min dihat. Kê dikaribû di wê şeva ku her tişt tev xwedan tê de razabû, bi avekê dilê min hênik bikira? Piştî şerekî giran hêdî hêdî bi tirsên xwe re rabûm da ku avekê ji xwe re bînim. Bi dizî fena çivîka ku ji hêlîna dayika xwe cara yekî derbikeve û bilikume kovanên tirsê, wisa lihêfa xwe li xwe pêçand. Bi lingên tevizî ku êdî ji westê re deng ji min dernediket, ber bi avê ve çûm. Ew kaseya avê ji bo min xelata Nobel a Marî Korî  ku di fîzikê de bi dest xistibû bû. ‘’Ma ne tirs gefa ku Îdweredo jê beziya bû. Wê demê di tirsê de çawa mirov dibe xwedî hebûnekê?’’.

Ruhê keçkaniya min dizîka destên xwe dirêjî refika firaxan kir ku kaseyekê bidize. Diziya min pê  re nagihêje serî, bahozeke ji hezretên aceniyê min kelebçe û pûç dike. Jixwe ez û ruhê xwe baş dizanin filtandina me ji destên aceniyê tenê hembêza diya me ye. Lê bihuşta hêlînê jê dûrî me ye.

Weke hemû mirovan ez koleya hîsên xwe me. Bi giyanekî pûç min bi hîsên xwe re acenî  li dor xwe kom kirin, vêca ji destên wan direviyam perestgeha ku wê min ji her tiştî biparêze. Ez û ruhê xwe  timî ji hev dipirsin ‘’çima tirs ji aceniyê?’’ Ma ne ew jî xaliqê xwe xwedê ye? Çima ew dayika me ya bextreş di çûkaniya me de  ji bo ku em razên bi efsaneyên aceniyê em ditirsandin? Lê şûna kil bikira kor dikir. Lewma  ji wê rojê ve em nikarin razin!’’

Her ku min  her du çavên xwe bi ser hev de dimelisandin, malek didît. Maleke wisa mezin û têrpencere bû. Weke mala xwedê xweşik bû. Maleke her ku mirov bervê diçû, ew qas jî ji xweşiyê şad dibû. Gava ku ketim hundir wê malê, odeyeke bi hemû rengên xweş ên dinyayê tê de hebûn û di her aliyeke wê de firîşte jê difûriyan. Li aliyê çepê deriyekî din ji her tiştî bedewtir hebû. Bi balkişandina derî re hêdî hêdî bervê çûm heta ku nêzk bûm. Çawa ku ez nêzik bûm ji nişkêve dengek bi asîmanan ket. ‘’Lingên xwe rawestîne û ber ve neçe’’. Ruhê keçkaniya min guh nedida tiştekî û ber ve çû  heta ku derî vebû. Keştiyeke bi termê sipîbûna giyanê xwedê jê difûriya. Ruhê keçkaniya min ling lerizîn û bi tirs ber bi termê çav westiyayî ve çû. Ruhê keçkaniya ruhê min dezî dil qetiya, dît ku xwedî keziyê reş ez bixwe bûm. Ku bi xeyalên keçeke biçûk be jî,  min fêhim kir ku tiştekî nerast di  navbera tirsa min de heye.

Ez weke we hemûyan, timî dipirsim ‘’Çawa xwe ji tirsê bişom û li beramberî aceniyê bi hêz bim?’’. Acenî xêrxwaz û dilovanên min bûn.  A rast timî periyê xwe ji min re dihejand, da ku li gel wan bimînim û dev  ji mirovatiya mirî berdim.

Di wan kolanên tarî de dengê kuçikekî dikaribû ruhê keçkaniya di hundirê min de bilerizanda. Êdî di wê tirsê de min dixwest dev ji her tiştî berdim û biçim warê xwedawendan. Lê bi ruhê keçkaniya di hundirê min de xwedanwend ji bo min nebûn mal. Lewma bi dengê kûçikekî re  bahozeke pûç xwe li ruhê min xist û bi çiqila darekê li asîmanan wer kirim.

Min xwe ji zîndana ruhê xwe yê jê ditirsiyam, rizgar kir û ber bi qewmê aceniyê ve çûm. Acenî qewmê ku keçkaniya ruhê min bixwe dîtibû. Qewmeke silamet û hêz e. Ez bi lerzokiya dilê xwe  ber bi wan ve çûm. Kes nikare ji kesî biêşîne û kes nikare kesî birîn bike. Berevajî  mirovên ku  Tomas dîtibûn  tenê li ser hezkirina kesayetî û ezezî diçin, mirov di bingeha xwe de hov û dijmin in. An jî ew bixwe acenî ne.

Li gorî mirovan acenî diqîrin  û em çendî hov bin jî lê em kesên ji agirê  xwe naêşin. Ger gotina min bawer nakin. Ka bêjin ‘’çima timî feylesof û pêxemberan li pey mirov û xwedê geriyane?.’’ Ger ê hov  em bin, wisa gereg li me bigeriyana û em bi dispilîn bikirana. Heta xwedan, pêxember ji bo mirovan daxist, ji bo ku wan bitebitîne. Eger em hov in, bila pêxember bo me dakevin û em bitebitin.  Gelo we dîtiye tu carî aceniyekî dizî, kuştin û neheqî kiriye. Ez û ruhê xwe hêdî hêdî bi çolekê de çûn, mirov gunehên xwe dikin û dikin stûyê aceniyê û ji bîr dikin ku ew bixwe acenî ne.

Piştî wan gotinan û tiştê ku hat  fêhimkirin min  nexwest êdî li laşê xwe vegerim. A rast bi taybetî min nexwest li wê hêlîna ku ji bo xwe buhişta xwedan didît, derkevim dojeha mirovatiyê ye. Ku bi xeyalên keçeke biçûk be. jî, min her tişt kir leylan û winda kir.