6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê konferansa aştiyê

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz, anî ziman ku dê di navbera 16-17’ê Adarê de konferansa aştiyê li dar bixin û li ser rê û rêbazên çareseriya meseleya kurd û aştiyek mayinde bi pispor û parazvanên mafên mirovan re hiqaşê pêş bixin.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz der barê sedem û armanca konferansa ku di 16-17’ê adarê de bê lidarxistin agahî da û wiha got: “Nêzî 2 sal in ji 20’ê cotmeha 2022’yan û vir ve hemû şaxên ÎHD’ê her hefte rojên înê Nobetên Aştiyê digirin. Piştî 2015’an dîsa pêvajoya şer dest pê kir. Sedema ku me dest bi vê Nobeta Aştiyê kir jî ev pêvajo dîsa venegere şer bû. Ji bo li dijî şer helwestek xurt a civakî pêş bikeve, ji bo pêvajoya aştiyê dîsa bê axaftin û niqaşkirin, me pêdivî bi Nobetên Aştiyê dît. Di van 2 salan de ji ber ku aştî pêş neket û şer berdewam kir, me di Nobetên Aştiyê de bandora şer a li ser civakê, teyisîna wê ya li ser civakê niqaş dikir. Bandora şer a li ser zarokan, bandora şer a li ser girtîgehan, li ser jinan, me niqaş dikir. Dîsa bandora şer a li ser aboriyê û gelek qadên jiyanê me niqaş kir û daxuyanî dan. Di van Nobetên Aştiyê de nûnerên saziyên sivîl û civakî, Dayikên Aştiyê, aktivîst, sendîkavan ên bajaran beşdar bûn. Parazvanên mafên mirovan her meh hatin beşdar bûn û em bi tenê nehiştin. Me ev Nobetên Aştiyê bi saziyên sivîl û demokratîk re pêk anî. Di van nobedan de ji bo aştî pêş bikeve em li ser rê û rêbazan axivîn û me niqaş kir. Me 2 salan xebatên ji bo aştiyê pêk anî.

Yilmaz bi bîr xist ku ew amadekariya konferansekê dikin û wiha domand: “Niha jî ji bo em bêtir hêzê bidin xebata aştiyê em ê konferansekê pêk bînin. Ji bo aştiyek xurt pêdivî bi konferansê hat dîtin. Em ê di navbera 16-17’ê adarê de li Amedê Konferansa Mezin a Aştiyê pêk bînin. Em li bendê ne ku gelek kesên ji siyaset û fikrên cuda bên beşdar bibin. Dê di konferansê de sernavên pir cuda bê bên niqaşkirin. Em ê di vekirina konferansê de mînakên cîhanê yên dişibin meseleya kurd niqaş bikin û biaxivin. Em ê li ser rê û rêbazên ku piştî şer pirsgirêk çareser kirine niqaş bikin û li ser wan rawestin. Dîsa em ê li ser rê û rêbazên şer û çareseriyê yên ku bi ser neketine rawestin. Li ser sedemên wan em ê rawestin.

Piştî van niqaşan ji bo li Rojhilata Navîn û Kurdistanê aştî pêş bikeve, em dikarin çi bikin. Di vê meseleyê de tişta dikeve ser milê siyasetê çi ye? Saziyên civakî dikarin di vê mijarê de çi bikin? Jin dikarin çi bikin û kîjan rolê bigirin ser xwe? Em ê bi sernavên cuda 2 rojan li ser çareserî û aştiyê niqaşan pêş bixin.”

Yilmaz herî dawî ev tişt anî ziman: “Kesên li ser meseleya kurd difirin, dinivîsin û kesên li ser vê meseleyê serê xwe diêşînin dê gelek kesên cuda bên beşdar bibin. Dê nûnerên saziyên sivîl, nivîskar, rojnameger, akademîsyen dê beşdar bibin. Aktîvîst û siyasetmedarên ku di navbera 2012-2015’an ji bo çareseriyê bi awayekî çalak cihê xwe girtin, dê beşdarî vê konferansê bibin û niqaşan bimeşînin. Bi salan e em tînin ziman; li Tirkiyeyê heta ku meseleya kurd çareser nebe, dê demokrasî li Tirkiyeyê pêş nekeve û Tirkiyeyek demokratîk dê ava nebe. Em ê di vê konferansê de bi pisporên vê meseleyê û şahidên vê meseleyê re niqaşan pêş bixin. Ji bo ku dîsa hewaya aştiyê pêş bikeve em ê cereke din biaxivin û niqaşan pêş bixin. Em ê li ser hevdîtinên berê yên aştiyê, li ser encam û sedemên têkçûna muzakere û diyalogên berê rawestin.”