10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amerîkayê di êrişeke biçek de 9 kes hatin kuştin

Li eyaleta Texasê ya Amerîkayê, li navendeke bazarê êrişeke çekdarî pêk hat. Tê gotin her kêm 9 kes hatine kuştin.

Rayedarên Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li bajarê Allenê yê ku bi 40 kîlometreyî li bakurê Dallasê ye, li navendeke bazarê êrişeke biçek hate kirin.

Berpirsyarê Arkujiyê yê Allenê Jonathan Boyd diyar kir ku li cihê bûyerê 7 cenaze hatine dîtin û 9 kes jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Boyd ragihand ku ji kesên birîndar 2 kes mirine. Hate ragihandin ku temenê qurbaniyan di navbera 5 û 61 salî de bûn. Polîsên xwecihî diyar kir ku êrişkar hatiye kuştin.

Li gorî malpera Vîolence Archîve îsal li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) zêdeyî 195 komkujî hatine kirin.