5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji weşaxaneya Nûbiharê çar pirtûkên bi zimanê kurdî

Weşanxaneya Nûbiharê hefteya borî çar pirtûkên bi zimanê kurdî derxistin. Her çar pirûk jî bi xizmeta weşanxaneya Nûbiharê ji bo xwînerên xwe li ber destan û amad ne.

Weşanxaneya Nûbiharê hefteya borî çar pirtûkên bi zimanê kurdî derxistin. Navên çar pirtûkên çapbûyî wiha ne: Mîtos û Edebiyat Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de ya Shahab Vali & Kenan Subaşı, Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli ya Mehmet Sadık Varli, Bi Dîtin û Şahidiya Min EBDULLAH M. VARLİ ya Mehmet Sadık Varli. Her çar pirûk jî bi xizmeta weşanxaneya Nûbiharê ji bo xwînerên xwe li ber destan û amade ne.

Di pirtûka Mîtos û Edebiyat Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de, ji bikaranina “mitosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdi de” hatiye nîqaskirin û destnîşankirin. Ev yek bi çar zaravayên kurdi; di folklor, edebiyata klasik û nûjen de bi heşt gotaran hatiye pêşkêşkirin.

Di pirtûka Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli de jiyana Mele Heyder Varli ya ku Mehmet Sadık Varli nivîsiye ji medrese û alimtiyê beşin hatine pêşkêşkirin.

Di pirtûka Bi Dîtin û Şahidiya Min EBDULLAH M. VARLİ dîsa Mehmet Sadık Varli nivîsiye û parçeyên ji jiyana Ebdullah M. Varli yên gtîng bi dîtina xwe nivîsiye, çawa li hember niheqî û zordestiyê derketiye vegotiye. Her wiha Mehmet Sadık Varli diyar dike ku EBDULLAH M. Varli Meala Qurana Pîroz, Jînenîgariya Ehmedê Xanî, Dîroka Dugelên Kurd û gelek berhemên din li dû xwe hiştine.

Pirtûka dawî ya Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan Kitêbeke Rêber bo Mezinan a Mihyedîn Nahrîn ji bo zarokan çîrok nivîsandine. Çîrok, tenê tiştên xeyalî nîn in. Di eslê xwe de û bi peyama xwe alavake perwerdeyê ne. Perwerdekarên zarokan dikarin ji bo her rewşê ji wan re çirokan bibêjin yan jî bixwinin.