22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur dîsa çerxa bişaftinê bi ger ket

Serdema nû ya perwerdehiyê li Tirkiyeyê dest pê kir. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 19 milyon xwendekar, roja salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê ku pê zimanê kurdî hatibû qedexekirin, dest bi serdema nû ya perwerdehiyê kirin. Tevî ku di ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê re 40 sal derbas bûne jî zarokên kurdan hê jî nikarin li bakurê Kurdistanê bi zimanê xwe perwerde bibin. Ji ber vê zilma dewletê zarokên kurdan careke din bi zimanê tirkî dest bi xwendinê kirin.

Zimanê kurdî weke dersa bijarte li dibistanên navîn li Tirkiyeyê tenê heftê ji bo 2 saetan heye. Ji bo ku zarokên kurdan vê dersê nehilbijêrên dewlet gelek astengî û zehmetî derdixe pêşiya wan. Ji bo dersên bijarte yên kurdî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê îsal tenê 3 mamosteyên kurdî tayîn kir. Bi armanca şermezarkirina van astengiyên dewleta tirk ên li ser kurdî û daxwaza perwerdeya bi kurdî di nav hefteyê de ji aliyê partiyên siyasî yên kurdan û sazî û dezgehên zimanê kurdî ve gelek çalakî hatin lidarxistin.

Daxwaza ji bo kurdî

Navendên Giştî yên DBP û HDP’ê bi daxuyaniyên nivîskî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin. Berdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdeyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigît, got ku mafê perwerdeya zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û nikare bi dersên bijarte bê derbaskirin. Li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê bi tevlibûna bi dehan partî û rêxistinên kurdan daxuyanî hatin dayîn û polîtîkayên dewletê yên li dijî zimanê kurdî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de hat xwestin ku zimanê kurdî li hemû saziyên dewletê weke zimanê fermî bê qebûlkirin û ji dibistanên seretayî heta zanîngehan perwerdeya bi zimanê kurdî bê dayîn. Partiyên muxalefeta Tirkiyeyê ku di demên dawîn de ji ber polîtîkayên wan ên zimanê kurdî AKP-MHP’ê rexne dikirin ji bo perwerdeya zimanê kurdî tu daxuyanî nedan û piştgiriya daxwazên kurdan ên ji bo kurdî nekirin.

Zimanê kurdî qedexekirî ye

Berovajiyê vê rewşa li bakurê Kurdistanê, li Başûr û rojavayê Kurdistanê zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerde dibin û li gel zimanê xwe fêrî erebî jî dibin. Lê Tirkiye vê destkeftiya kurdan a li herdu parçeyên Kurdistanê li dijî xwe weke gef dibîne û hewl dide  têk bibe. Di vê çarçoveyê de Tirkiye li bajarên rojavayê Kurdistanê yên dagir kiriye perwerdeya kurdî rakiriye û zimanê kurdî qedexe kiriye. Li şûna zimanê kurdî û zimanê tirkî û erebî li zarokên kurdan ferz dike.

Daxwaza bişaftinê

Her wiha di nav heftê de derket holê ku Tirkiye, hewl dide li başûrê Kurdistanê jî zimanê tirkî li zarokên kurdan ferz bike. Di nav heftê de RojNewsê der barê mijarê de nûçeyek balkêş derbas kir û ragihand ku leşkerên tirk hewl didin li herêma Bradost a Hewlerê zimanê tirkî serwer bikin. Ji bo vê armancê leşkerên tirk serdana dibistanên li herêmê kirine û pêwistî û tişt ji xwendevanan re birine. Heta leşkeran li gundê Bermîze yê herêma Biradost a navçeya Soran ji xwendekaran xwestine ku waneyên tirkî bixwînin.