8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava her pêkhate bi zimanê xwe perwerde dibe

Li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên serdema nû ya perwerdehiyê temam bûn û xwendekarên pêkhateyên herêmê di 18’ê îlona de dest bi serdema xwe ya nû ya perwerdehiyê kirin. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Semîra Hec Elî, der barê serdema nû ya perwerdeyê de ji rojnameya me re axivî û agahî parve kirin.

Semîra Hec Elî, diyar kir ku beriya vekirina dibistanan destpêkê hemû mamoste li ser pergala nirxandinê perwerde kirine û wiha got: “Li gorî pêwistiyan 2 milyon û 400 pirtûk hatin çapkirin û li tevahiya dibistanên herêmê hatin belavkirin. 380 dibistan ji aliyê saziyên navneteweyî û deste û komîteyên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser ve hatin sererastkirin. Ji ber êrîşên Tirkiyeyê gelek dibistanên li ser sînor hilweşiyane û sererastkirina dibistanan hê jî berdewam dike.”

Wê dersên olê jî bên dayîn

Der barê Mufredata perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de jî Elî, destnîşan kir ku ji berê ve mufredata perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser li herêmên Cizîr û Kobanê hene û ev agahî dan: “Wê îsal li Tebqayê jî li dibistanên seretayî û dibistanên navîn mufredatên Rêveberiya Xweser bikevin meriyetê. Wê li herêmên Reqa û Dêrazorê jî mufredata Rêveberiya Xweser ên zanistî bikevin meriyetê.”

Elî, da zanîn ku heta niha li herêmê dersên olê nehatine dayîn lê wê îsal li tevahiya herêmê dersên olên îslam, mesihî, êzidatî bên dayîn û wiha pêde çû: “Wê her pêkhate bikaribe ola xwe bixwîne. Wê îsal li tevahiya herêmê kincên xwendekaran yek bin; li gorî dibistanan wê modelên kincan biguherin. Mînak wê kincên dibistanên seretayî, dibistanên navîn û lîseyan ji hev cuda bin.”

Her pêkhate bi zimanê xwe…

Di dawiya axaftina xwe de Elî, der barê hejmara xwendekar, dibistan, mamosteyan û zimanê perwerdeyê de jî agahî dan û ev tişt gotin: “Li tevahiya herêmê 860 hezar û 729 xwendekar, 4 hezar û 798 dibistan û 42 hezar û 172 hezar mamoste hene. Perwerde bi sê zimanan e. Pêkhateyên kurd bi zimanê xwe ereb bi zimanê xwe û suryanî jî bi zimanê xwe perwerde dibin. Her wiha çerkez, ermen û tirkmen jî heke bixwazin û mamosteyên wan hebin ew jî dikarin bi zimanê xwe perwerde bigirin. Ji bo kurdan ji pola çaran şûnde heta zanîngehê dersa fêrkirina zimanê erebî tê dayîn. Ji bo ereban jî ji pola çaran heta pola 12’an dersa fêrkirina kurdî tê dayîn.”