5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûnisê dest bi lêpirsîna şandina çeteyan bo Sûriyeyê kir

Îro Polîsên Tûnisê yê beşa têkoşîna li dijî terorê bi serokê tevgera Nahda Raşid Xenûşî û cîgirê wî Mahir Mezyûb re lêpirsînê dike. Beşa têkoşîna li dijî terorê bang li Xenûşî û Cîgirê wî kir da ku lêpirsînê der barê şandina çeteyan bo Sûriyeyê bi wan re bike.

Hêjayî gotinê ye ku Raşid Xenûşî di dema desthilata Ixwanan de di navbera salên 2011-2013’an de wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta El Nahda ya Ixwanan bû.

Di lêpirsîna komên çete de navê gelek rêvebirên tevgera El Nahda ya Ixwan Mislimînên Tûnisê derbas bûbû û çeteyan dabû xuyakirin ku bi rêya wan çûnê ji bo li Sûriyeyê şer bikin.

Her wiha dadgeriya Tûnisê der barê şandina ciwanên Tûnisê bo şerên li welatên derdorê û bi taybetî bo Sûriyeyê dest bi lêpirsîneke berfireh kiriye. Der barê vê lêpirsînê heta niha hêzên ewlekariya Tûnisê gelek rêveberên wê tevgerê girtine binçavan û lêpirsîn bi wan re kiriye.