Bi hinceta ku çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) şopandiye, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz li rojnameger Hatîce Şahîn hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Şahîn li 9’êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Şahîn beşdarî rûniştinê nebû lê parêzerê wê Resûl Temîr li danişînê amade bû.
Bi beyanên ‘şahidên veşartî’ Ezel û Fîrar, dozgeriyê angaşt kir ku Şahîn sûcê “endametiya rêxistinê”kiriye û xwest bê cezakirin. Li ser vê daxwaza dozger heyeta dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Şahîn birî.