spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Cûdî û mafê welat

Gelê Kurdistanê di 17’ê mehê de ji bo welat meşiya. Têgiha welat, niştiman û wargehê yekem car li ser vê axê hate bikaranîn. Hestên hezkirina axê, xweza û zindewaran li vî welatî çêbûn. Berî jiyan li Kurdistanê bi cî û war bibe, li tu deverên din ên cîhanê hestên welat, hezkirina axê, xweza û zindewaran tunebû. Mirovahî ji bo jiyana xwe bidomîne bênavber koç dikir û cih diguherand. Têkiliya hilberînê di navbera mirov û xwezayê de tunebû. Yekem car hilberîna nebat û sewalan li Kurdistanê dest pê kir. Mirov ked di ber axê de da û axê jî keda mirov bi xurekên cur bi cur lê vegerand. Têkiliyek li ser hev xwedîkirinê yekem car dest pê kir. Ji bo hev xwedîkirin û di ber hev de ked dayînê berî her tiştî hezkirin divê. Ji bo wê mirov li ser sînga Kurdistanê ji ax, sewal û zindewaran hez kir.

Bi vê têkiliya li ser hezkirinê pêş ketî, mirov êdî zû bi zû dest ji axê berneda. Bi gîha, nebat, çûk, morî, pez û sewalên xwe ve hate girêdan. Çawa ji mirovên derdora xwe hez kirin, wisa ji xwezayê jî hez kir. Ev hezkirin bû sedem ku têgeha niştiman û welat derkeve holê. Ev têgeh ji gelê kurd û ji erdnîgariya Kurdistanê li gel û civakên din belav bû. Wekî hemû destkeftiyên yekemîn ên mirovahiyê welat û hezkirina welat jî ji vir derket holê û li cîhanê belav bû. Çiqas mirovahî li ser heman axê sekinî û debara xwe jê kir, ked di ber de da, ew qas bandor li axê kir. Bi heman awayî axê, welat û xweza jî bandor li ser hişmendiya mirovan kir.

Têkiliya mirov û xwezayê herî zêde xwe di hişmendiya mirovan de û hişmendiya mirovan jî xwe di ziman de dide nîşan dan. Navên dol, newal, çiya, deşt, çem, rûbar, daristan; şêr, teyr, kew û tevahiya sewalên welat li mirovan tên kirin. Navên mirovan li kuçe, kolan, dol û newalan tên kirin. Hoker û pênaseyên zimanekî çavkaniya xwe ji hêmanên xweza digirin. Bi demê re her civakek dibe welatê xwe û welat jî dibe gel. Ji hev cudakirina wan ne mimkûn e. Bi hev re hene yan jî bi hev re tune dibin. Ev têkilî herî zêde jî li Kurdistanê, di navbera gelê kurd û xwezaya Kurdistanê de heye. Heta ji ber ku yekem car ev hest û têgeh li vir derketiye holê ji hemû cihên cîhanê û ji hemû gelên din gelek xurtir e.

Îro dagirkerên Kurdistanê dixwazin gelê kurd di tevkujiyê re derbas bikin û ji holê rakin. Ji bo wê bi sedan salan e, êrîş dikin. Hemû rêbazên hovane û dij mirovahî bi kar tînin. Ligel hemû êrîşên bêexlaq û wijdanî jî nikarin gelê kurd ji holê rakin. Ji ber ku kokên gelê kurd ew qas di kurahiya vê axê de çûye, nikarin jê bikin. Di her carê de kokên di kûrahiyên axê de cardin şitil didin. Ji bo wê ev demek dirêj e dagirker heman êrîşan li ser xwezaya Kurdistanê jî pêk tînin. Dixwazin têkiliya gelê kurd bi Kurdistanê re danî qut bikin. Ji bo vê hemû rêbazan bi kar tînin. Bi awayekî bêexlaq û bêwijdan êrîş dikin.

Êrîşên bi sedan salan e li ser gelê kurd tên meşandin, niha bi awayekî hevdem li ser xwezaya Kurdistanê jî tê meşandin. Gelek caran ev komkujî wekî ji bo rantê pêk hatiye, tê fikirîn. Rast e, aliyek rantê jî heye. Dagirker dixwazin hemû nirxên Kurdistanê daqurtînin. Lê ji vê girîngtir, armanca van êrîşan tevkujiya kurd û Kurdistanê ye. Birîna têkiliya di navbera gelê kurd û Kurdistanê de ye. Dizanin ku heta têkiliya welat, ax, xweza û civakê nebirin, nikarin serbikevin. Bi vê talan û tevkujiya daristanan, dixwazin kokê kurdan ê di kûrahiyên axê de biqelînin. Bi vê boneyê êrîşên li ser xwezayê parçeyek êrîşên li ser gel û civakê ne. Divê wisa bê dîtin û helwest jî li gorî vê yekê bê nîşandan.

Têkiliya xweza û mirov, xwedîlêderketina xweza û mirov ji asta em difikirin gelek kûr û girîngtir e. Dema ingilîzan erdnîgariya parzemîna Afrîkayê dagir kirin, berî her tiştî hewl dan têkiliya mirovên çermreş û xwezaya wan xirab bikin. Leşkerên ingilîz pêşiyê çal kolan, sewal xistin kêmînan û piştre rûyên xwe bi rejû û teniyê reş dikirin. Leşkeran dengên wekî çermreşan derdixistin û îşkence li sewalan dikirin. Piştre jî sewal ber didan. Bi vî awayî dema sewalan çermreş didîtin an êrîşî wan dikirin an jî ji wan direviyan. Çermreş jî ji sewalan aciz dibin.

Armanca vê yekê ew bû ku xweza û civak ji hev veqete. Ji hev hez nekin. Li hemberî hev hêrs bibin û hev neparêzin. Dema civak ji xwezaya xwe hêrs bibe, bêguman ji bo wê ax û xwezayê ked jî nade, naparêze û ji bo wê bedel nade. Niha dagirker vê polîtîkaya ingilîzan li Kurdistanê dimeşînin. Bi bendavan çeman diçikînin, bi topbaranê sewalan koçber dikin, bi birîn û şewitandinê daristanan diqelînin. Kurdistanê bêxweza û sewal dikin. Bi vî awayî civakê neçarî koçberiyê dikin. Di encamê de erdnîgariya me jî bêmirov dikin.

Meşa Cûdî ji bo vê yekê gelek girîng bû. Vê meşê nîşan da ku gelê kurd di ferqa polîtîkayên dagirkeran de ye. Nîşan da ku dê van polîtîkayan vala derbixe. Çi bibe bila bibe dê ji ber hîle, lîstik, dek û dolabên dagirkeran ji xwezaya xwe sar nebe. Dê xwedî li çiya, dol, newal û çemên welatê xwe xwedî derkeve. Dê sewalên erdnîgariya xwe biparêze. Dê hertim ji bo wan bedel û ked bide. Bi vê meşê erdnîgariya Kurdistanê şad û bextewar bû. Her çiqas demên dijwar derbas bike jî xwezaya Kurdistanê dît ku gelê wê tu carî dest jê bernade. Ji bo wê dol, newal, çiya, deşt, çem, daristan, çûk, mar û sewalên Kurdistanê jî tu carî ji gelê kurd naxeyîde.

Gelê kurd û erdnîgariya Kurdistanê dê heta hetayê hev biparêze û hembêz bike. Dê ji hev hez bike û di ber hev de kedê bide. Bi vê meşê hemû kevir, dar, pel û sewalên Kurdistanê di 17’ê mehê de ev yek hîs kir. Ev hîs ji hemû tiştî mezintir û girîngtir e. Dengê sloganên meşvanan gihîştin rehên herî biçûk ên darên Cûdî û tevahiya Kurdistanê. Ew kokên ku coşa xwe ji salan û meşê girtin dê hê zêdetir û xurtir derkevin. Dê bi kulîlkên xwe li rûyê welatparêzên Kurdistanê bikenin. Dê bi bêhna xwe ya xweşîk hêza berxwedanê bidin hemû şerkerên Kurdistanê. Meşa Cûdî cardin nîşanî dost û dijminan da ku tu hêz nikare me ji Kurdistanê û Kurdistanê jî ji me qut bike.

Lê ev meş û têkoşîn naqede. Bêguman hesaba vê talan û tevkujiyê jî dê zêdetir bê pirsin. Berî her tiştî jî ev hesap dê ji hevkaran û xayînan û piştre jî ji dagirkeran bê pirsîn. Heta siya dagirkeran li ser axa welat hebe dê bi rê û rêbazên cuda berdewam bike.