4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Leşkerên azerî tecawizê leşkera ermen kirin û wê kuştin

Pergala serdest a mêr li dijî bedena jinan her cure hovîtiyê pêk tîne. Derket holê ku leşkera Ermenistanê Ansuh Apetyan ya 36 salî  ku ji aliyê leşkerên Azerbeycanê ve dîl hat girtin. Apetyan ji aliyê leşkerên azerî ve rastî tecawizê hat û bi îşkenceyê hat kuştin

Nûçegihanê France 24’ê Achren Verdian li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bûyerê bi van gotinan ragihand: “Anush Apetyan 36 salî û dayika 3 zarokan bû. Li derdora #Jermuk’ê jiyana xwe ji dest da. Leşkerên Azerbaycanê dîmeneke parve kirin ku tê de dikenin. Apetyan ji hêla van leşkeran ve hat tecawizkirin.”

Piştî ku dîmen li ser medyaya civakî hatin parvekirin, gelek bikarhinêran bertek nîşan dan. Rayedarên ermen dan zanîn ku Azerbaycanê sûcê şer kiriye û bi vê yekê re hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin.